Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%30
yayincilarkooperatifi.com

Jıneke Xınanî

Liste Fiyatı : 24,00TL
İndirimli Fiyat : 16,80TL
Kazancınız : 7,20TL
Satış adedi : 6
9786055585815
842579
Jıneke Xınanî
Jıneke Xınanî
16.80

... Jixwe ji hemûyan nexweştir li cem min çîroka xeniqî û negotî ya wan jinên xinanî bû ku qesabê kalemêr rojekê ji rojan jivan bi wan re danîbû, ew jinên tenê, bêdost û şermîn ku heya dimirin nikarin raz û niyaza dilê xwe li cem tu kesî eşkere bikin, ewên ku bi dizî li vê jiyanê dijîn; keç û jinên bi destê çîrokên heram û mirinê ve girêdayî yên ku çîrokên xwe yên bêmiraz bi xwe re dibin gorê ji ber ku qet û qet kesek tune weke vî qesabê pîr û kal bi ciwanmêrî û comerdî qala ciwanî û şeydabûna wan bike. Belê ev jinên ku tenê mirin wiha dike eba, çarik, laçik û nîqabên xwe bavêjin da ku kefen li xwe bikin. Ev jin kî bûn? Malên wan li kû derê bûn? Navên wan çi bû? Li kîjan goristanê bi wan hemû nehêniyan hatin veşartin?...

... Hinek jin hene bi xwe xinanî ne û bi xinxineke xweş û şêrîn dipeyivin. Jina xinanî min dikuşt, zirgîna di dengê wan de min dîn dike. Dengekî ku xwediya wê hem perîşan û xembar e, hem tije hewes û hêvî ye. Keko zirgîna çi, kolekola ava şerbetê çi û awaza bilûra bilûrvanekî evîndar nagihiyê. Herdem vedenga wan dengan, dengên qalind û dagirtî yên jinên xinanî di guhê min de heya vêga jî dike zinge zing. Dengê tu teyr û firindeyekî ezmanan bi qasî dengê jineke xinanî li cem min ne xweş e.

Şêrzad Hesen, betanê vê nexweşînê qelaştiye û êşa takekesê piçûk nivîsandiye. Şert û mercên romana serkeftî diyar in. Çîrok, leheng, honandina bûyeran, xeyal û deng. Bi vegotineke xurt ya ku van xalan di nav xwe de dihundirîne de nivîskar pêşiya pêşî divê pişta çîrok û vegotina xwe rast bike. Romannûs ji tiştekî, bûyînekê, dîtinekê hêza xwe distîne û ji nû ve diafirîne. Romanên ku coşa jiyana rastîn di nav xwe de ava dikin bi ser dikevin. Nivîskar her çiqas bi mijar û dîtinên xwe, nivîskarê dema xwe bin bi nêrîn û asoya xwe afirînêrên dema xwe ne jî. Şêrzad Hesen, bi vegotineke ku wan xalên girîng yên ku ji romaneke serkeftî re divên li bejn û bala romana xwe kiriye û eyb û şerma ku bes di nav hevalan de dimîne kiriye mijara xwe. Jineke Xinanî bi vegotina xwe ya şeng û şox xwe li tiştên mezin qerase nake, lê bi sadebûna xwe tiştekî mezin diafirîne. Weke ku E. M. Forster dibêje: Dîroknûs dinivîse, romannûs diafirîne. Hesen, bi riya êşa takekesekî nirxeke makro diafirîne. Bi vê nêrîn û şêwaza xwe betan diqelêşe û bi pey çîroka aşiqekî windayî dikeve.

Hamid Omerî, Taraf Kitap, 12.0102012, kulturname.com

Şêrzad Hesen di vê berhemê de rexneyeke îronîk û tûj li hin têkiliyên civakê dike. Civakek ku ne jin ne jî mêr tê de dikarin hestên xwe bijîn, civakek ku jinê wê ji teref mêran ve hatine hepis kirin û bi tenê li zikakên bajarên wê hew mêr dikarin bi dilê xwe bigerin. Mêrên vê civakê ji ber hepiskirina jinan, xwe jî li kolanan hepis kirine û di lêgerînên reva ji hevsa xwe de ne ber bi hevsa jinan de. Di vê civakê de Jin terîfa mêran e; bê ziman e, bê mal e, bê hest e, mihtac e, mêr bê çi "jin" ew e.

Hesenê Dewrêş, www.kulturname.com, 12.04.2012

  • Açıklama
    • ... Jixwe ji hemûyan nexweştir li cem min çîroka xeniqî û negotî ya wan jinên xinanî bû ku qesabê kalemêr rojekê ji rojan jivan bi wan re danîbû, ew jinên tenê, bêdost û şermîn ku heya dimirin nikarin raz û niyaza dilê xwe li cem tu kesî eşkere bikin, ewên ku bi dizî li vê jiyanê dijîn; keç û jinên bi destê çîrokên heram û mirinê ve girêdayî yên ku çîrokên xwe yên bêmiraz bi xwe re dibin gorê ji ber ku qet û qet kesek tune weke vî qesabê pîr û kal bi ciwanmêrî û comerdî qala ciwanî û şeydabûna wan bike. Belê ev jinên ku tenê mirin wiha dike eba, çarik, laçik û nîqabên xwe bavêjin da ku kefen li xwe bikin. Ev jin kî bûn? Malên wan li kû derê bûn? Navên wan çi bû? Li kîjan goristanê bi wan hemû nehêniyan hatin veşartin?...

      ... Hinek jin hene bi xwe xinanî ne û bi xinxineke xweş û şêrîn dipeyivin. Jina xinanî min dikuşt, zirgîna di dengê wan de min dîn dike. Dengekî ku xwediya wê hem perîşan û xembar e, hem tije hewes û hêvî ye. Keko zirgîna çi, kolekola ava şerbetê çi û awaza bilûra bilûrvanekî evîndar nagihiyê. Herdem vedenga wan dengan, dengên qalind û dagirtî yên jinên xinanî di guhê min de heya vêga jî dike zinge zing. Dengê tu teyr û firindeyekî ezmanan bi qasî dengê jineke xinanî li cem min ne xweş e.

      Şêrzad Hesen, betanê vê nexweşînê qelaştiye û êşa takekesê piçûk nivîsandiye. Şert û mercên romana serkeftî diyar in. Çîrok, leheng, honandina bûyeran, xeyal û deng. Bi vegotineke xurt ya ku van xalan di nav xwe de dihundirîne de nivîskar pêşiya pêşî divê pişta çîrok û vegotina xwe rast bike. Romannûs ji tiştekî, bûyînekê, dîtinekê hêza xwe distîne û ji nû ve diafirîne. Romanên ku coşa jiyana rastîn di nav xwe de ava dikin bi ser dikevin. Nivîskar her çiqas bi mijar û dîtinên xwe, nivîskarê dema xwe bin bi nêrîn û asoya xwe afirînêrên dema xwe ne jî. Şêrzad Hesen, bi vegotineke ku wan xalên girîng yên ku ji romaneke serkeftî re divên li bejn û bala romana xwe kiriye û eyb û şerma ku bes di nav hevalan de dimîne kiriye mijara xwe. Jineke Xinanî bi vegotina xwe ya şeng û şox xwe li tiştên mezin qerase nake, lê bi sadebûna xwe tiştekî mezin diafirîne. Weke ku E. M. Forster dibêje: Dîroknûs dinivîse, romannûs diafirîne. Hesen, bi riya êşa takekesekî nirxeke makro diafirîne. Bi vê nêrîn û şêwaza xwe betan diqelêşe û bi pey çîroka aşiqekî windayî dikeve.

      Hamid Omerî, Taraf Kitap, 12.0102012, kulturname.com

      Şêrzad Hesen di vê berhemê de rexneyeke îronîk û tûj li hin têkiliyên civakê dike. Civakek ku ne jin ne jî mêr tê de dikarin hestên xwe bijîn, civakek ku jinê wê ji teref mêran ve hatine hepis kirin û bi tenê li zikakên bajarên wê hew mêr dikarin bi dilê xwe bigerin. Mêrên vê civakê ji ber hepiskirina jinan, xwe jî li kolanan hepis kirine û di lêgerînên reva ji hevsa xwe de ne ber bi hevsa jinan de. Di vê civakê de Jin terîfa mêran e; bê ziman e, bê mal e, bê hest e, mihtac e, mêr bê çi "jin" ew e.

      Hesenê Dewrêş, www.kulturname.com, 12.04.2012

      Stok Kodu
      :
      9786055585815
      Boyut
      :
      13 x 19.5 cm
      Sayfa Sayısı
      :
      80
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Basım Tarihi
      :
      2011
      Çeviren
      :
      Besam Mistefa
      Kapak Türü
      :
      Karton Kapak
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
      Dili
      :
      Kürtçe / Kurdî
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat