Sepetim 0 Toplam: 0,00 TL
%25
yayincilarkooperatifi.com

Binyat û VegotinAwireke Teorîk Li Çîrokê

Liste Fiyatı : 275,00TL
İndirimli Fiyat : 206,25TL
Kazancınız : 68,75TL
Taksitli fiyat : 12 x 21,96TL
9786256626249
856184
Binyat û Vegotin
Binyat û Vegotin Awireke Teorîk Li Çîrokê
206.25

Binyat û Vegotin : Awireke Teorîk Li Çîrokê  Ji Weşanên Lîsê Derket!

"Çîrokek, bi tenê xwe venabêje; ava dibe, dadihûre û ji nû ve tê xwendin."

Ger çîrok avahîyeke ji bêjeyan lêkirî be, têgihaştina wê jî dê bi fêmkirina avahîsazîya wê pêk were. Pirtûka Binyat û Vegotin : Awireke Teorîk Li Çîrokê, çîrok bi kîjan rêbaz û rêgezên binyatger û dozîneya vegotinî tê raberkirin wekî teorîk û rêberekê nexşeyeke çîrokê ji dilxwazên xwînera wêjeyê re pêşkêş dike.

Yaqob Tilermenî bi vê pirtûkê kevirên takêşî û binyatgerî, ne bi zimanekî hînkerî; bi feraseteke dahûrînî, lêpirsînî û tatêldarkirinî nivîsandiye. Dema vegotinê, bergeh, çeşna wêjeyî ya zîbeqî, lihevanîna rûdanî, navlêkirin û pênasekirina civakî û wêjeyî; hem li ser zanîna teorîsyenên klasîkî hem jî bi mînakên çîroka Kurdî ya nûjen raber dike. 

Her wiha, beşa salnameyê, çîrokên sê salên li dû hev wekî parçeyekî kovar û pirtûkan di parzûnekî dozîna vegotinî re dinizilîne û dinirxîne. Bi vî awayî xwîneran ne bi agahîyên req ên teorîkî bi tenê, bi hişmendîyeke bîrmendîya wêjeya îroyîn jî, nîşeyan ji pirtûkxaneya Kurdî re dinivîse.

Xwendekarên wêjeyê, kesên li ser rêça çîroknûsînê û xwînerên miraqdarê têgihaştina çîrokan a kûr û dûranî dikarin der barê vê pêşanîyê de feraset, pirs û bersivên cihêreng di nava rûpelên Binyat û Vegotin : Awireke Teorîk Li Çîrokê  de peyda bikin.

Yaqob Tilermenî  • li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Ji salên 1995’an û vir ve bi zimanê Kurdî û ji salên 2022’yan vir ve ligel zimanê Kurdî berhemên xwe bi zimanê Fransî jî dinivîse. Tilermenî ligel nivîsandina wêjeyî, xebatên sinema, şano û wênesazîyê jî dike.

  • Açıklama
    • Binyat û Vegotin : Awireke Teorîk Li Çîrokê  Ji Weşanên Lîsê Derket!

      Stok Kodu
      :
      9786256626249
      Boyut
      :
      13,5 * 19
      Sayfa Sayısı
      :
      176
      Dili
      :
      KÜRTÇE
  • Taksit Seçenekleri
    • Diğer Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      75,23   
      225,68   
      6
      39,71   
      238,28   
      9
      27,88   
      250,90   
      12
      21,96   
      263,48   
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat