Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%30
yayincilarkooperatifi.com

Folklora Kurdî

Liste Fiyatı : 316,00TL
İndirimli Fiyat : 221,20TL
Kazancınız : 94,80TL
9786054497669
843165
Folklora Kurdî
Folklora Kurdî
221.20

Folklora netewekî dewlemendiya çand, wêje û şaristaniya netewekî ye. Folklora Kurdî yek ji wan xebatên Sadiq Bahaeddîn Amêdî (1918 Amedîye-1982 Bexda) ye. Folklora Kurdî ji aliyê nivîskar rewşenbîrê hêja Ziya Avci ji tîpên Erebî transkirîptî tîpên Latînî hate kirin. Di esnayê tîpguhêziyê de, ji bo ku qîmeta berhemê ya folklorîk û ew devoka pê hatiye nivîsandin bê parastin, devok û awayê nivîsandina bêjeyan hatiye parastin

Mijarên di vê berhemê de derbas dibin, bi sê mijaran tê parvekirin Beşa yekem, destanên Kurdî yên bi nav û deng ên wekî Memê Alan, Zembîlfiroş, Kela Dimdimê, Sîseban û her wekî din in, ku waryantên wan ên cihê cihê yên di Herêma Behdînan û di nav xelkê de tên gotin in.

Beşa duduyan, gelek çîrok an destan hene û mamoste Sadiq Bahaeddîn dibêje ku ji "Defterêt Cegerxwîn hatine veguhastin". Tarîxa veguhastina wan salên 1960'î ne. Zimanê van çîrokan jî ê Hawara Mîr Celadet Bedirxan e.

Beşa sêyemîn jî, çîrok û destanên gelêrî yên di nav xelkê de tên gotin in. Çîrok û destanin bi qîmet û gelek mezin in. Taybetmediyeke gelek tekane ya ji bo wêjeya Kurdî di van çîrok û destanan de heye; ew jî gotina wan hem ya bi kilamkî û hem jî bi awayê adetî ya normal e. Ev kilamên han xwediyê wezneke taybetî ne. Ev karekter tenê di kilamên çîrokî û destanên Kurdî de tên dîtin. Ji ber vê yekê jî ev berhem dê bi kêrî pispor û lêkolîneran were.

Sadiq Bahaeddîn Amêdî, yek ji wan zanayê hêja yê Herêma Behdînan a Başûrê Kurdistanê ye ku bi salan gelek bi dil û can, xizmeta Zaravayê Kurmancî kiriye û di vî warî de ji bilî kitêban, çendîn makaleyên wî yên gelek hêja hene, ku di kovarên cihê cihê yên Kurdî de hatine weşandin.

  • Açıklama
    • Folklora netewekî dewlemendiya çand, wêje û şaristaniya netewekî ye. Folklora Kurdî yek ji wan xebatên Sadiq Bahaeddîn Amêdî (1918 Amedîye-1982 Bexda) ye. Folklora Kurdî ji aliyê nivîskar rewşenbîrê hêja Ziya Avci ji tîpên Erebî transkirîptî tîpên Latînî hate kirin. Di esnayê tîpguhêziyê de, ji bo ku qîmeta berhemê ya folklorîk û ew devoka pê hatiye nivîsandin bê parastin, devok û awayê nivîsandina bêjeyan hatiye parastin

      Mijarên di vê berhemê de derbas dibin, bi sê mijaran tê parvekirin Beşa yekem, destanên Kurdî yên bi nav û deng ên wekî Memê Alan, Zembîlfiroş, Kela Dimdimê, Sîseban û her wekî din in, ku waryantên wan ên cihê cihê yên di Herêma Behdînan û di nav xelkê de tên gotin in.

      Beşa duduyan, gelek çîrok an destan hene û mamoste Sadiq Bahaeddîn dibêje ku ji "Defterêt Cegerxwîn hatine veguhastin". Tarîxa veguhastina wan salên 1960'î ne. Zimanê van çîrokan jî ê Hawara Mîr Celadet Bedirxan e.

      Beşa sêyemîn jî, çîrok û destanên gelêrî yên di nav xelkê de tên gotin in. Çîrok û destanin bi qîmet û gelek mezin in. Taybetmediyeke gelek tekane ya ji bo wêjeya Kurdî di van çîrok û destanan de heye; ew jî gotina wan hem ya bi kilamkî û hem jî bi awayê adetî ya normal e. Ev kilamên han xwediyê wezneke taybetî ne. Ev karekter tenê di kilamên çîrokî û destanên Kurdî de tên dîtin. Ji ber vê yekê jî ev berhem dê bi kêrî pispor û lêkolîneran were.

      Sadiq Bahaeddîn Amêdî, yek ji wan zanayê hêja yê Herêma Behdînan a Başûrê Kurdistanê ye ku bi salan gelek bi dil û can, xizmeta Zaravayê Kurmancî kiriye û di vî warî de ji bilî kitêban, çendîn makaleyên wî yên gelek hêja hene, ku di kovarên cihê cihê yên Kurdî de hatine weşandin.

      Stok Kodu
      :
      9786054497669
      Boyut
      :
      392
      Sayfa Sayısı
      :
      392
      Basım Yeri
      :
      Ankara
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      Aralık, 2013
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
      Dili
      :
      Kurdî / Kürtçe
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat