Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%35
yayincilarkooperatifi.com

Bazirganê Xeyalan

Liste Fiyatı : 375,00TL
İndirimli Fiyat : 243,75TL
Kazancınız : 131,25TL
Taksitli fiyat : 12 x 25,95TL
9786256626195
856185
Bazirganê Xeyalan
Bazirganê Xeyalan
243.75

Bazirganê Xeyalan Ji Weşanên Lîsê Derket!

Zekerîya bi xeyala dewlemendbûnê, hemû erdê bavê xwe yê mayî difiroşe. Xeyala wî ya herî mezin dewlemendbûn e. Ji bo vê yekê jî xencera bavê wî wekî sembolekê di destê wî de ye û di hişê wî de jî çîroka lehengî ya Elîyê Qumarbaz heye ku wan ji xwe re wekî rêbername dibîne. Lê gelo Zekerîya dikare bi çîrokên kesên din û bi sozên vala pêşerojekê ji xwe û ji malbata xwe re ava bike an ew ê jîyanê bike qurbana qumarê?

Romana Yildiz Çakar, Bazirganê Xeyalan, çîrokeke folklorîk û rastîya jîyana îroyîn li hev dihûne. Roman çîroka trajîk a Koçê; ya ku bi hêvîya jîyaneke aram û asayî bi Zekerîya re zewicîye, lê xwe di nav neçarî û bêhêvîtîyeke mezin de dibîne. Her wiha ev roman çîroka zarokên wan e ku dibin qurbana soz û xeyalên bavê xwe yên ku tu carî pêk nayên.

Yildiz Çakar •  Helbestkar, şanonûs û romannûs. Di sala 1978’an  de li Amedê ji dayik bûye. Helbestên wê yên di navbera salên  1999-2003’yan de, di rojnameya  Azadîya Welat  û kovara  Jîyana  Rewşenê de hatine weşandin û di sala 2004’an de bi navê Goristana  Stêrkan  bûn pirtûk. Li gel vê romana wê ya dawîn Bazirganê  Xeyalan, Goristana Stêrkan, Derî, Ala, Leylanok, Amed Erdnîgarî,  Dîrok, Çand (li gel Amed Tîgrîs), Gerîneka Guernicayê, Ev Rê  Naçe Bihuştê, Hangar Fünf, Derîyê Winda, Mohra Reş, neh heb ji  wan wêjeyî ne. Çakar ji Şanoya Qiralîyetê ya Shakespeare (Royal  Shakespeare Company) re bi navê „Çavê Winda“ monologek û ji  bo Şanoya Maxîm Gorkî jî şanoyek bi navê „Bîra Mirîyan“ nivîsîye.  Lîstika wê ya bi navê „Çavê Winda“ li Îngîlîzî û lîstika bi navê  «Bîra Mirîyan» li Erebî, Îngîlîzî û Almanî hatiye wergerandin. Her  wiha Çakarê bi navê „Sirgunî“ ji bo Theater München hêçanek  nivîsîye û di nava bernameya romana Lion Feuchtwanger ya bi  navê „Wartesaal“ de cî girtiye. Ev hêçan bi Almanî ji alîyê Theater  Münchenê ve hatiye çapkirin. Ligel vê yekê ji bo şanoya Theatre  Eastnbull monologa bi navê „Mohra Reş“ nivîsîye. „Mohra Reş“  li Tirkî û Îngîlîzî hatiye wergerandin û li Mîhrîcana Navneteweyî  (Atîna) ya Hunerê yek ji metnên ku xelata „Metna Orijînal a Herî  Baş“ wergirtiye. Her wiha du caran jî ji Senatoya Berlînê xelata  „Ji Bilî Wêjeya Almanî“ wergirtiye. Ji xeynî vê Çakarê bi çîroka  xwe ya bi navê “Zayîna Çewt” Xelata Tîrêjên Zînê; bi kurteçîroka  xwe ya bi navê “Pelweşîna Li Biharê” Xelata Kurteçîrokên Fîlman  a NÇM a Stenbolê, bi helbesta xwe ya bi navê “Tu” Xelata Mûsa  Anter û Xelata Ziman û Wêjeyê ya Komeleya Wêjekarên Kurd û  MED-DER’ê wergirtiye. Gelek helbest û çîrokên wê li Tirkî, Erebî,  Almanî û Îngîlîzî hatine wergandin û di hin weşanan de belav bûne.  Pirtûka wê ya helbestan Mohra Reş jî li almanî hate wergerandin.

  • Açıklama
    • Bazirganê Xeyalan Ji Weşanên Lîsê Derket!

      Stok Kodu
      :
      9786256626195
      Boyut
      :
      13,5 * 19,5
      Sayfa Sayısı
      :
      274
      Basım Tarihi
      :
      KASIM 2025
      Dili
      :
      KÜRTÇE
  • Taksit Seçenekleri
    • Diğer Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      88,90   
      266,71   
      6
      46,93   
      281,60   
      9
      32,95   
      296,52   
      12
      25,95   
      311,39   
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat