Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%35
yayincilarkooperatifi.com

Wergera Edebî Di Kurdî

Liste Fiyatı : 415,00TL
İndirimli Fiyat : 269,75TL
Kazancınız : 145,25TL
Taksitli fiyat : 12 x 28,72TL
9786256626270
856177
Wergera Edebî Di Kurdî
Wergera Edebî Di Kurdî
269.75

Berhema Wergera Edebî Di Kurdî De lêkolîneke zanistî ya der barê wergera edebî ya Kurdî de ye. Berhem cih dide mijarên wekî paşxaneya dîrokî ya wergerê, biwarê wergernasîyê, teorî û têgihên wergernasîyê, wergera edebîyatê û taybetîyên wergera cureyên edebî. Nivîskar armanc dike ku der barê teorî, model û têgihên wergernasîyê û paşxaneya dîrokî ya wergerê de û der barê wergera Kurdî de lêkolîneke giştî jî pêşkêş bike.

Nivîskar Samî Hêzil di berhema xwe de bi modeleke teorîk dahûrandina tekstên werger ên Îngilîzî-Kurdî dike û asta edebîtîyê ya wan wergeran destnîşan dike. Ev xebat hem dibe gavek ji bo lêkolîna wergerê ya di çarçoveyeke teorîk de, hem jî xebateke sepandinî ye ku li dora modela Christiane Nordê ya bi navê Analîza Tekstê ya navend-werger nimûneyên tekstên wergerê analîz û rexne dike.

Samî Hêzil • Di sala 1975’an de li bajarê Wan’ê ji dayîk bû. Lîsansa xwe ji beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî wergirt. Li Zanîngeha Mardîn Artuklu di beşa Ziman û Çanda Kurdî de mastera xwe temam kir û niha jî di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Bîngolê de teza xwe ya doktorayê li ser wergera edebî dinivîse. Hêzil ji zimanê Îngilîzî çîrok, helbest, roman, berhemên zanistî û du pirtûkên li ser sînemayê wergerandine. Ew berhem wek pirtûk çap bûne, hin ji wan jî di kovaran de hatine weşandin. Di nav wergerên wî yên weşandî de berhemên nivîskarên wek E.A. Poe, Charles Lamb, Oscar Wilde, D.H. Lawrence, Charles Dickens, Pearl S. Buck hene û hin wergerên din jî ji bo çapkirinê tên amadekirin. Her wiha bi navê “Kurte-Wêjeya Kurdî” berhemeke Hêzil a li ser wêjeya Kurdî jî hatiye çapkirin. Bi navê xwe yê fermî Samî Hêzil derbarê ziman û wêjeya Kurdî gotarên zanistî nivîsîne.

  • Açıklama
    • Berhema Wergera Edebî Di Kurdî De lêkolîneke zanistî ya der barê wergera edebî ya Kurdî de ye. Berhem cih dide mijarên wekî paşxaneya dîrokî ya wergerê, biwarê wergernasîyê, teorî û têgihên wergernasîyê, wergera edebîyatê û taybetîyên wergera cureyên edebî. Nivîskar armanc dike ku der barê teorî, model û têgihên wergernasîyê û paşxaneya dîrokî ya wergerê de û der barê wergera Kurdî de lêkolîneke giştî jî pêşkêş bike.

      Nivîskar Samî Hêzil di berhema xwe de bi modeleke teorîk dahûrandina tekstên werger ên Îngilîzî-Kurdî dike û asta edebîtîyê ya wan wergeran destnîşan dike. Ev xebat hem dibe gavek ji bo lêkolîna wergerê ya di çarçoveyeke teorîk de, hem jî xebateke sepandinî ye ku li dora modela Christiane Nordê ya bi navê Analîza Tekstê ya navend-werger nimûneyên tekstên wergerê analîz û rexne dike.

      Samî Hêzil • Di sala 1975’an de li bajarê Wan’ê ji dayîk bû. Lîsansa xwe ji beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî wergirt. Li Zanîngeha Mardîn Artuklu di beşa Ziman û Çanda Kurdî de mastera xwe temam kir û niha jî di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Bîngolê de teza xwe ya doktorayê li ser wergera edebî dinivîse. Hêzil ji zimanê Îngilîzî çîrok, helbest, roman, berhemên zanistî û du pirtûkên li ser sînemayê wergerandine. Ew berhem wek pirtûk çap bûne, hin ji wan jî di kovaran de hatine weşandin. Di nav wergerên wî yên weşandî de berhemên nivîskarên wek E.A. Poe, Charles Lamb, Oscar Wilde, D.H. Lawrence, Charles Dickens, Pearl S. Buck hene û hin wergerên din jî ji bo çapkirinê tên amadekirin. Her wiha bi navê “Kurte-Wêjeya Kurdî” berhemeke Hêzil a li ser wêjeya Kurdî jî hatiye çapkirin. Bi navê xwe yê fermî Samî Hêzil derbarê ziman û wêjeya Kurdî gotarên zanistî nivîsîne.

      Stok Kodu
      :
      9786256626270
      Boyut
      :
      13,5 * 21
      Sayfa Sayısı
      :
      320
      Basım Tarihi
      :
      KASIM 2025
      Dili
      :
      KÜRTÇE
  • Taksit Seçenekleri
    • Diğer Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      98,39   
      295,16   
      6
      51,94   
      311,64   
      9
      36,46   
      328,15   
      12
      28,72   
      344,61   
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat