Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%30
yayincilarkooperatifi.com

Hôtel Europe

Liste Fiyatı : 130,00TL
İndirimli Fiyat : 91,00TL
Kazancınız : 39,00TL
Taksitli fiyat : 12 x 9,69TL
9786055279004
842568
Hôtel Europe
Hôtel Europe
91.00

Mihemedê Hacîzade, meleyekî kevn î îranî ku ji aliyê rejîma meleyan a Tehranê ve hatiye xel'îlîbaskirin û li Parîsê penaber e, eger peyda bibe bi qaçaxî kar dike, bê nasname ye, nikare here ciyekî…

Ferhad, vebêjerê romanê, ressamekî kurd li Parîs / Montmartre portreyan çêdike. Bi şev li hotêlekê kar dike: Hôtel Europe.

Monsieur Luciana, cihûyekî bi eslê xwe portekîzî, li Parîs, Oxford û Tel Avîv xwediyê milkên mezin, doktora xwe li ser şaîrekî îranî kiriye, xewna wî ya mezin serdana Esfehanê ye.

Saqî Gulçîn, li San Francisco xwediya galeriyeke navdar, femînîsteke ehlî keyf…

"Hôtel Europe" laboratuwareke Rojhilat û Rojava ye, do û îro, em û ên din, niştecî û biyanî, rastî û çewtî raserî hev in.

Û wek di romanê de tê gotin bûyereke piçûk:

"Hertim tekane bûyereke piçûk heye çarenivîsa me destnîşan dike. Lewma em, hemû, hergav ji xwe re dibêjin: 'Eger ew bûyera ji rêzê neqewimîba, ew hemû bûyerên din qet nedihatin serên me.'

Tu kes nîne rojekê ji rojan, ev gotin ji xwe re negotibe!

Her bûyerek riyek e bo gihiştina bi bûyereke din."

Bûyer li pey hev diqewimin, rû tev li hev dibin, nav tev li hev dibin, rojava û rojhilat, dûrbûna wan xewneke, nêzîkbûna wan du xewn in… paradoksên ku di dawî de û bi hev re tevneke hevdûgirtî pêk tînin, û gotina yekalîker ji devê Saqî Gulçînê tê der…

Nasnameyeke Ji 'Nasname'yê Wêdetir: Rêwîtî Û Ezmûn

"Xwendevanên hêja,
Tevahiya bûyerên vê romanê serpêhatiyên rastî ne û karakterên romanê heya vêga jî zindî ne,…" (rp.199)

Hôtel Europe, bi van gotinan dest pê nake, bi van gotinan diqede. Edebiyathez baş dizanin ku ji bo edebiyatê ya giring rastiya di nav berhemê de ye. Lewma leheng, naverok, li gor rastiyên berhema li ber dest têne nirxandinê. Meşrûiyeta xwe bi gotin, têkilî, heyîn û qewimînên xwe bi dest dixin.

Hôtel Europe, li ser bingeha rêwîtî û ezmûnekê xwe diwezinîne. Jixwe 'tiştek diqewime' û meriv diteriqe/in. Piştî vê bez û revê îmtihanek jî li ser xêza vê rêwîtiyê xwe ditelîne. Penaberî… û rewşa ku ew penaber dijîn her ku diçe bêtir dibe mijara edebiyata Kurdî. Gelek berhemên Kurdî roman an kurteçîrok henin ku vê mijarê ji xwe re kirine bingeh. Di romana Ferhad Pîrbalä de jî em, biyaniyên dinê dibînin. Her wekî gotina Mihemedê Hecîzade:
"-Eger li min neqewimîba çi mecbûr dibûm bême vir daxwaza mafê penaberiyê ji van kafir û gawiran bikim?!"(rp.63)

Her çi qas 'kafir û gawir' bin jî, yên ku direvin cem wan li gor jiyana xwe ya li bal qewm û axa xwe bêtir rihet dikin! Ferhad (ku nivîskar bi xwe ye û vebêjerê romanê ye), Mihemedê Hecîzade,Monsieur Luciana (cihuyekî Portekîzî), Saqî Gulçîn li ewropayê rastî hev tên. Ewropaya ku ji bo miletên dinyayê bûye wek hotelekî.

Di rêwîtiyên ku xwe di berhemên edebî de nîşan didin de her wekî rêwîtiyên jiyana rastîn, leheng di nav herênayan de dimînin. Lewre cihê nû bi zimanê berê naaxive, kolan û marketên nû ne weka yên berê ne, xwarin û guftûgo, têkilî û munasebet ji hev cuda ne. Heta ya girîng her çiqas zimanê wir bê hîn kirin jî bi devokek din û li gor çand û çîna berê tê axivîn. Lewma peyva "Nasname"yê bi xwe jî bi aweyek din, bi wateyeke din ji devê Mihemdê Hecîzade derdikeve.

Mirovên ku derdikevin rêwîtiyê ji nav germahî û nostaljiya xwe ya resen zor derdikevin. Nemaze yên ku ne xwedî nasname bin ev tişt ji bo wan zortir e. Diçin û tên li reh û kokên xwe digerin. Exlaq û kultura xwe ya ku bi piranî jê ditirsin (ne ku jê hez dikin) zêdetir diparêzin.

Mihemedê Hecîzade yê ku ji bal Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye xel'ilibaskirin, bi biryar, jiyan û takekesiya xwe gelek balkêş e. Ev balkêşî ya ku diyar dibe bi destxistina karakterekî serketî ye. Hecîzade dê xwe di siberojê de jî karibe biparêze.

"Çespandina reh u kokan li cihekî nû, hêzeke zêde ji te dibe" (rp.60) Mihemedê Hecîzade her çiqas ji bal melayên îranî ve hatibe xel'ilibaskirin jî ne bi tevgerên xwe lê bi axaftinên xwe her wekî ku hê jî li ser mînberê be diaxive:

"-Axayê Ferhad…evên han destê xwe ber bi derve ve dirêj kir; mebesta wî ewropî bûn' her çi petrol, qezenc û serwetên me yên xwezayî hene didizin û dixin depoyên xwe de ji demên xwe yên teng re. Ji aliyê din ve jî her çi tank, top, napalm, firokeyên şer û çekên xwe yên giran hene difiroşin me da ku em li Rojhilat hev bi wan bikujin… da ku welatên rojhilat bikin bazerek bo firotina firokeyên şer û çekên xwe yên giran. Heya weke vêga jî bi awayekî berdewam Fransa û Almanya çek û sîlehan difiroşin Sedam, îro Amerîka piştevanê Sedam yê herî mezin e. Her kes vê yekê dizane. Berpirsên yekemîn ne em, lê ew bi xwe ne!" (rp.62)
Di gel hemû van tevgerên xerab yên welatên ewropî bi gotina vebêjer/nivîskarê romanê ku ji Hecîzadeyî re dibêje: "Baş e eger rast e, nexwe tu ji ber çi, ji xwe re her li îranê nemayî û reviyayî vê ewropyaê?" û didomîne, " Ji xwe bê kêmanî Ewropa va ye hembêza xwe ji te re vekiriye û tiştekî ji te nake, li belê welatê te, te derxist û koçber kir." (rp. 63) em li aliyekî din yê ewropayê dinêrin.

Bêçaretî melayek dikare bibe heta çi radeyê? Ev pirs, di kesayetiyeke ku bi kultureke resen de mezin bûye û koçber bûye de xwe nîşan dide. Ji bêçaretî hema dikare her tiştî bike. Hecîzade ji bo debara xwe bike bi rûspiyekî ewropayî re dikeve têkiliyên homoseksuelî jî. Bi riya diyalogên vebêjer, Mihemedê Hecîzade û Monsieur Luciana rojhilat û rojava têne rûber kirinê û Hecîzade jî hema bêje fahm dike ka çima li ewropayê wêneyek tenê bi 50 hezar pere dike. Ev diyaloga ku di navbera Fehad û Mihemdê Hecîzade de derbas dibe bi rastî jî li ser navê edebiyatê bihna merivî derdixîne:
"Hemû tabloyên wan bi qurbana tabloyeke "Kemal el-Milûkê me bin!

Bi çi dikenî?
Min kenê xwe veşartibû, min got:
-Zêdeyî sed û deh sala ye ku li Ewropayê dawî li stîla tabloyên Kemal el-Milûk hatiye.
Got: Êdî îro çi model li dar e?
Min got: Model roj bi roj xwe nû dike." (rp. 66) û helbet ev bersiv û nêrîn nemaze ji bo edebiyatê jî pirr girîng e.

Hişê "Hôtela Europe" Monsieur Lucianayê xwediyê dawiyeke kezebperitî ye. "Ev tê wê wateyê ku ewropiyan bi xwe ewropya xwe çêkirine, divê hûn bi xwe jî ewropyakê ji xwe re li ser xaka xwe çêbikin! Nasname! Nasnameya we!"

Hemû karakterên romanê li gor qewimînên giring û watedar yên ku di jiyana wan de diqewimin, xwe ji bo xeyalên xwe û 'nasnameyên' xwe kar dikin.

Ferhad Pîrbal, her çiqas bes bi riya diyalogan be jî xwe digihîne psîkolojiya karekterên xwe. Xwendekar, ne bi riya hişyariya di dawiya berhemê de, bi riya nêzîkbûna nîviskar ya li karekterên xwe, rastiya jiyanê ya ku bûye rastiya berhemê dibîne. Ev, ji bo berhemeke edebî di radeyeke bivê nevê de ye.

Û xusûseke din ya romana Ferhad Pîrbalî jî ev e ku ji bo nesnelbûnê, vegotin bi riya axaftin û diyalogan bi rê ve diçe. Ji ber ku em binhişê lehengan bes bi xêra diyalogên wan ên bi hev re ne dibînin em nikarin bêjin ku em bi temamî 'rastiyeke taybet' ya karakteran bi dest dixin.

Hôtel Europe, hewl û herbeke nasnameyî ya di nav buhrana tenêtiyê de ye. Ji buhranekê bêtir, lêpirsîn û lêgerînek e. Parçeyên edebiyata Kurdî ji hev bi dûrxistî bin jî, bi wateyên xwe, hevgirtî ne û ev hevgirtîbûn bi hewla weşangerên kurd xwe bi ber ruhê xwe ve dikişîne. Wergêr Besam Mistefa dîsa bi kurmanciya xwe ya fambar spasiyekê heq dike.

Hamid Omerî, www.kulturname.com, 14.05.2012 / Taraf Kitap, 15.5.2012

  • Açıklama
    • Mihemedê Hacîzade, meleyekî kevn î îranî ku ji aliyê rejîma meleyan a Tehranê ve hatiye xel'îlîbaskirin û li Parîsê penaber e, eger peyda bibe bi qaçaxî kar dike, bê nasname ye, nikare here ciyekî…

      Stok Kodu
      :
      9786055279004
      Boyut
      :
      13 x 19.5 cm
      Sayfa Sayısı
      :
      200
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Basım Tarihi
      :
      2019
      Çeviren
      :
      Besam Mistefa
      Kapak Türü
      :
      Karton Kapak
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
      Dili
      :
      Kürtçe / Kurdî
  • Taksit Seçenekleri
    • Finansbank Kartları
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      33,19   
      99,57   
      6
      17,52   
      105,13   
      9
      12,30   
      110,70   
      12
      9,69   
      116,25   
      Bonus Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      33,19   
      99,57   
      6
      17,52   
      105,13   
      9
      12,30   
      110,70   
      12
      9,69   
      116,25   
      Paraf Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      33,19   
      99,57   
      6
      17,52   
      105,13   
      9
      12,30   
      110,70   
      12
      9,69   
      116,25   
      Maximum Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      33,19   
      99,57   
      6
      17,52   
      105,13   
      9
      12,30   
      110,70   
      12
      9,69   
      116,25   
      World Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      33,19   
      99,57   
      6
      17,52   
      105,13   
      9
      12,30   
      110,70   
      12
      9,69   
      116,25   
      Diğer Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      33,19   
      99,57   
      6
      17,52   
      105,13   
      9
      12,30   
      110,70   
      12
      9,69   
      116,25   
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat