Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%30
yayincilarkooperatifi.com

Xewna Dawî

Liste Fiyatı : 96,00TL
İndirimli Fiyat : 67,20TL
Kazancınız : 28,80TL
Taksitli fiyat : 12 x 7,15TL
9786059295338
843128
Xewna Dawî
Xewna Dawî
67.20

Berken Berehê bi helbesta xwe ya bi navê "mîna guleke êvelî, ger bubuhire jîna me" bi kovara Tîrêjê gav avêt milkê helbesta Kurdî, di helbestên xwe de da dû êş û kulên vê xakê û wan di tûrikê hiş û dilê xwe de berhev kir, ew bi hestyarî pehtin û daxilî helbesta xwe kir. Ew, dildar û dilsozê dinyayeke gerden-azad, mişt-evîn, biratî û bextewarîyê bû. Wî her da dû wê xewna xwe ya dinyaya ku insan û hemû giyanewer li ser wê bi biratî bijîn. Ji bo sazkirin û damezrandina vê dinyayê hem di qada sîyaset û hem jî di qada nivîskarîyê de wek têkoşerekî cihê xwe girt. Lew, helbestên Berehî digel hestyarîya dilî, dîroka vê erdnîgarîyê ye jî. Wî êş, jan û kula zaroka hê navlênebûyî, ya ketî ber pêla jehrê li Helebçeyê, gundîyên gundên wan hatî şewitandin û valakirin, karkerên li Şirnexê mayî di bin heza bîra komirê de, jar û hejarên li binê guhê dinê jî bi heman rengî jîya. Berken Berehî di jîyan û helbestvanîya xwe de her bû derwêşê êş û işqê û li dor vê têgehê çû û hat û her tişt li gorî wê şîrove kir. Di helbestên xwe de digel êşê, bajarvanîya virnî û bandora wê ya sext û dijwar û pêla wê ya bişaftinê ya li ser kes û civaka Kurdî, bi zimanekî herikbar û resen anî zimên.

Helbesta Berken Berehî, hawar û qêrîna takekes, civak û xaka (çand, hawirdor, xweza…) Kurda ye ku digel stemkarîya bindestîyê, ketiye bin nîrê bajarvanîyeke sext û virnî. Û ew, vê rastîyê bi hêmayine henûn û bi vegotineke jidil radigihîne helbesthezên Kurdî. Ew ji xwe dide rê, bi ferhenga xwe ya kubar û ji hamasetê dûr, wek pêla behrê xeleka xwe berfireh dike ta dinyayê radipêçe. Em di helbesta wî de li rastîya jîyanê temaşe dikin, dijîn.

Berken Berehê bi her dîwana xwe li derî û delîveyine nû digere, bi vê dîwana xwe jî vê rêwîtî û keftlûlefta xwe berdewam dike. Ew, ji hêlekê ve kemberek din li pira ku dê klasîk û helbesta azad bigihîne hev, zede dike; hem ji bo peydakirina form û şêwazên nû ji bo helbesta azad û hem jî ji nû ve pênasekirina têgeha işqê dikeve nava hewldanekê. Ji qewla Kawa Nemirî "Berken Berehê bi gelek helbestên xwe timî silavê dide nifşê piştî xwe... yê ti tirs û şayîşa wî tuneye di mijara xweguherandin û veguherandinê de..." di vê dîwanê de jî, bi henûnîya peyva Kurdî jîyanê li ber dilê me xweş û geş dike.

  • Açıklama
    • Berken Berehê bi helbesta xwe ya bi navê "mîna guleke êvelî, ger bubuhire jîna me" bi kovara Tîrêjê gav avêt milkê helbesta Kurdî, di helbestên xwe de da dû êş û kulên vê xakê û wan di tûrikê hiş û dilê xwe de berhev kir, ew bi hestyarî pehtin û daxilî helbesta xwe kir. Ew, dildar û dilsozê dinyayeke gerden-azad, mişt-evîn, biratî û bextewarîyê bû. Wî her da dû wê xewna xwe ya dinyaya ku insan û hemû giyanewer li ser wê bi biratî bijîn. Ji bo sazkirin û damezrandina vê dinyayê hem di qada sîyaset û hem jî di qada nivîskarîyê de wek têkoşerekî cihê xwe girt. Lew, helbestên Berehî digel hestyarîya dilî, dîroka vê erdnîgarîyê ye jî. Wî êş, jan û kula zaroka hê navlênebûyî, ya ketî ber pêla jehrê li Helebçeyê, gundîyên gundên wan hatî şewitandin û valakirin, karkerên li Şirnexê mayî di bin heza bîra komirê de, jar û hejarên li binê guhê dinê jî bi heman rengî jîya. Berken Berehî di jîyan û helbestvanîya xwe de her bû derwêşê êş û işqê û li dor vê têgehê çû û hat û her tişt li gorî wê şîrove kir. Di helbestên xwe de digel êşê, bajarvanîya virnî û bandora wê ya sext û dijwar û pêla wê ya bişaftinê ya li ser kes û civaka Kurdî, bi zimanekî herikbar û resen anî zimên.

      Helbesta Berken Berehî, hawar û qêrîna takekes, civak û xaka (çand, hawirdor, xweza…) Kurda ye ku digel stemkarîya bindestîyê, ketiye bin nîrê bajarvanîyeke sext û virnî. Û ew, vê rastîyê bi hêmayine henûn û bi vegotineke jidil radigihîne helbesthezên Kurdî. Ew ji xwe dide rê, bi ferhenga xwe ya kubar û ji hamasetê dûr, wek pêla behrê xeleka xwe berfireh dike ta dinyayê radipêçe. Em di helbesta wî de li rastîya jîyanê temaşe dikin, dijîn.

      Berken Berehê bi her dîwana xwe li derî û delîveyine nû digere, bi vê dîwana xwe jî vê rêwîtî û keftlûlefta xwe berdewam dike. Ew, ji hêlekê ve kemberek din li pira ku dê klasîk û helbesta azad bigihîne hev, zede dike; hem ji bo peydakirina form û şêwazên nû ji bo helbesta azad û hem jî ji nû ve pênasekirina têgeha işqê dikeve nava hewldanekê. Ji qewla Kawa Nemirî "Berken Berehê bi gelek helbestên xwe timî silavê dide nifşê piştî xwe... yê ti tirs û şayîşa wî tuneye di mijara xweguherandin û veguherandinê de..." di vê dîwanê de jî, bi henûnîya peyva Kurdî jîyanê li ber dilê me xweş û geş dike.

      Stok Kodu
      :
      9786059295338
      Boyut
      :
      118
      Sayfa Sayısı
      :
      118
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      2016
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
      Dili
      :
      Kurdî / Kürtçe
  • Taksit Seçenekleri
    • Diğer Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      24,51   
      73,53   
      6
      12,94   
      77,64   
      9
      9,08   
      81,75   
      12
      7,15   
      85,85   
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat