Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%40
yayincilarkooperatifi.com

Stranên Evînî

Liste Fiyatı : 98,00TL
İndirimli Fiyat : 58,80TL
Kazancınız : 39,20TL
Taksitli fiyat : 12 x 6,26TL
9786059014540
843132
Stranên Evînî
Stranên Evînî
58.80

Sara Teasdale: Jibîrbûyî û Agirê Zindî

Sara(h) Teasdale, li St. Louisa Missouriyê, di 8'ê Gelawêja 1884'an de ji dayîk bû. Bavê wê John Warren Teasdale di bajêr de karsazekî naskirî bû. Dayîka wê Mary Elizabeth Willard Teasdale û bavê wê kesên bervekirî û du Baptîstên xwedî mîrateya Pûrîtanîya dilsoz bûn. Sarayê zarokatîya xwe li dûrî bergirtîbûnê derbas kir, di nava şert û mercên "Kelepora Nazikîyê" ya wê heyamê de mezin bû.

Heta xamatîya wê navê wê yê di nava malbatê de Sadie bû. Dema ku wê cara pêşîn helbesteke xwe da çapkirin, h'ya navê xwe avêt, navê wê ji wir ve ye wekî Sara kete binê qeftê.

Wê heta neh salîya xwe perwerdehîya xwe ya seretayî di malê de wergirt. Paşê, li St. Louisê, di dibistaneke keçan de, ya ku kalikê T. S. Eliotê helbestkarê mezin damezirandibû, dest bi xwendinê kir. Sara Teasdale mirîya pirtûkan bû; wê gelek helbestkarên mezin di nava demeke berwext de nas kirin. Heweskareke xwezayê, hûrnêreke hestên xwe bû. Zêde narîn û hesttenik bû, gava ku dinya li sêrî dihate hev, destê xwe ji derdora xwe dişûşt. Tesîba bavê xwe dikişand, lewma jî di evînê de bi ser nediket. Hewîna wê nedihat ku mêrek jê re bigota, "na". Demekê, ew jî ji dûr ve, wê ji helbestkarê bi navê Vachel Lindsay hez kir. Di 1914'an de bi Ernst B. Filsinger re mêr kir, lê piştî kurtedemekê hev du berdan. Bi derbasbûna salan re hizra xwekuştinê û mirinê wekî nexweşîyekê pê re peyda bû.

Fêr bû ku wê çawa dezgînên hestên xwe di seqaya bedew a aram de di destên xwe de bigirta. Destûra Pûrîtanîyê ya pakî û nepakîyê û çêjwergirtina ku wê ji serekanîyên cîhana Pûrîtan û Yewnan girt hiştin ku Sara helbesteke xwedî paşxaneyeke dewlemend biafirîne. Wê gernameya hestên xwe kire helbest, bû dilbend ji kêlîyên dilê xwe yê nemir re. Profîla helbesta wê ji risteyên zarokane dest pê dike, diçe ta dahûrandinên têkel û cîyawaz. Bi wî awayî, gelekî balkêş e, helbesta Sara Teasdaleê helbesteke bi wî çendî firawan e ku pirekê ava dike di navbera qonaxên her wekî Emily Dickinson û Christina Rossettiyê û destpêka sedsala 20. de. Sara Teasdalea ku dabû ser rêya pejinkarîya Sapphoya Yewnan, di 29'ê Rêbendana 1933'yan de, li mala xwe ya li bajarê New Yorkê, bi dermanên xewê xwe kuşt.

Ev helbestkara ku îro kêm kes qala wê dikin, bi raya min, gencîneyeke veşartî ye, zêrê zer e û tevahîya berhema wê di binê erdê de maye. Ez dikarim bibêjim, ji bo min kifşeke bê payan giranbiha ye.

Berhemên Teasdaleê ev in: Soneyên bo Duseê (1907), Helena Troyî (1911), Çemên Berî Li Deryayê (1915), Stranên Evînî (1917), Pêt û Sî (1920), Tarîya Heyvê (1926), Stêrkên Îşev (1930) û Serfirazîya Seyr (1933), ku pirtûka wê ya dawî ye, gelek kes dibêjin, Sarayê di vê pirtûka xwe de pêşbînîya mirina xwe kirîye.

Pêtine agirê venemir û zindî yê helbesta Sara Teasdalea ku bi dengê xwe yê zêrîn ve ji sala 1996'an û vir ve ye timî bi min re ye, bi xêra vê guldesteyê, êdî dibe para xwînerên zimanê Kurdî jî.

Bi hêvîya ku çend risteyên Sara Teasdaleê bikaribin bi we re jî bimînin.

Kawa Nemir

29'ê Berfanbara 2014'an

Amed

  • Açıklama
    • Sara Teasdale: Jibîrbûyî û Agirê Zindî

      Stok Kodu
      :
      9786059014540
      Basım Yeri
      :
      Ankara
      Baskı
      :
      1
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
      Dili
      :
      Kurdî / Kürtçe
  • Taksit Seçenekleri
    • Diğer Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      21,45   
      64,34   
      6
      11,32   
      67,93   
      9
      7,95   
      71,53   
      12
      6,26   
      75,12   
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat