Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%40
yayincilarkooperatifi.com

Sêva Bı Tîr

Liste Fiyatı : 110,00TL
İndirimli Fiyat : 66,00TL
Kazancınız : 44,00TL
Taksitli fiyat : 12 x 7,03TL
9786054497362
843160
Sêva Bı Tîr
Sêva Bı Tîr
66.00

Sêva Bi Tîr, pirtûka çîrokan a Mahsûm Nisêbîniyê nivîskarê pirtûkên Jan Jariya Jînê (helbest, Swêd, 2006), Tevna Holejînê (helbest, Lîs, 2012) û Xunava Gulan (helbest, Lîs, 2012) berhemek e, ya ku dabeşî ser şeş çîrokên gelêrî yên bi navê Sêva Bi Tîr, Hêvî, Mela Gulê, Ma Tu yê Bi Kêla Kevirî û Ez ê Jî Bi Teriya Qut Kirî?!, Mîrze Mihemed û Ereba Zengî û Qesabê Çomer ê Kurd û Şexê Ereban dibe.

Sêva Bi Tîr çi qasî jî bi navî çîrokên gelêrî bi xwe ve girtibin jî, nivîskêr ev çîrokên navhatî bi şêweyê 'venivîsîn'ê, bi hêz û şiyana ku kelepora kurteçîroka nûjen dide nivîskêr, li ser asteke hêjayî gotinê, bêyî ku dest di mazmazka honaka wan a gelêrî wer de, bi Kurdiyeke yekgirtî, henûn û terr û teze, ji nû ve nivîsîne. Lewma jî, Sêva Bi Tîr ne ku êdî di destên xwendevanên xwe yên vê heyamê de dimîne wekî berhevokeke zargotinê, lê dibe tiştekî ji wê yekê û biwêdetir û nûjen, di nava qewareya deqên bi bingeha xwe gelêrî de, hem bîrtûjiya zimanê gel û qewîniya honaka wêjeya devkî diparêze û wê yekê digire tîne îro, hem jî dibe nimûne ku reng e bi derfet û delîveyên ku çîrokine me yên gelêrî yên nas didine me, ev ji nû ve bêne nivîsandin û bikevine dilqên kurteçîroka nûjen, ku tixûbên wan hevbîr û hevbirr in.

Hêjayî gotinê ye ku ev berhema di destê xwendevanên Kurd de ji kesên wekî çavkanî yên mîna Nûredîn Kalikî, Kara Omer, Silo Dêrî, Metîn Şekir û Menîfa Çaliyê, ji aliyê nivîskar Mahsûm Nisêbînî ve hatine berhevkirin û bi temayên xwe yên nas ve, ku guhertoyên van çîrokên navhatî li welatê me, li gelek deveran, bi devokên ciyawaz belav bûne, ji bo ku her kesekî Kurdîaxêv bi riya bîra hevbeş di wan bigihîje, her dîsa ji aliyê nivîskar Mahsûm Nisêbînî ve, ji nû ve, bi Kurdiya yekgirtî û bi rêk û pêk hatine nivîsandin.

Weşanxaneya Lîs hêvî dike ku her Kurdîaxêv û Kurdîxwênek vê dewlemendiya Kurdan a çîrokine gelêrî ya hevbeş a 'veguherandî' û 'venivîsandî' baş 'bixwîne' û di çarçoveya zindîhiştina zimanê zikmakî de vê dewlemediyê bike parçeyekî jiyana xwe.

Sêva Bi Tîr, wekî 'çîrok'ên nûjen, rê dide ku xwendevanê Kurd deryaya xeyalê û zerengiya zimanê Kurdî, pêk ve, di riya şeş çîrokên çavkaniyên ji hev cihê gotî re bibîn.

  • Açıklama
    • Sêva Bi Tîr, pirtûka çîrokan a Mahsûm Nisêbîniyê nivîskarê pirtûkên Jan Jariya Jînê (helbest, Swêd, 2006), Tevna Holejînê (helbest, Lîs, 2012) û Xunava Gulan (helbest, Lîs, 2012) berhemek e, ya ku dabeşî ser şeş çîrokên gelêrî yên bi navê Sêva Bi Tîr, Hêvî, Mela Gulê, Ma Tu yê Bi Kêla Kevirî û Ez ê Jî Bi Teriya Qut Kirî?!, Mîrze Mihemed û Ereba Zengî û Qesabê Çomer ê Kurd û Şexê Ereban dibe.

      Sêva Bi Tîr çi qasî jî bi navî çîrokên gelêrî bi xwe ve girtibin jî, nivîskêr ev çîrokên navhatî bi şêweyê 'venivîsîn'ê, bi hêz û şiyana ku kelepora kurteçîroka nûjen dide nivîskêr, li ser asteke hêjayî gotinê, bêyî ku dest di mazmazka honaka wan a gelêrî wer de, bi Kurdiyeke yekgirtî, henûn û terr û teze, ji nû ve nivîsîne. Lewma jî, Sêva Bi Tîr ne ku êdî di destên xwendevanên xwe yên vê heyamê de dimîne wekî berhevokeke zargotinê, lê dibe tiştekî ji wê yekê û biwêdetir û nûjen, di nava qewareya deqên bi bingeha xwe gelêrî de, hem bîrtûjiya zimanê gel û qewîniya honaka wêjeya devkî diparêze û wê yekê digire tîne îro, hem jî dibe nimûne ku reng e bi derfet û delîveyên ku çîrokine me yên gelêrî yên nas didine me, ev ji nû ve bêne nivîsandin û bikevine dilqên kurteçîroka nûjen, ku tixûbên wan hevbîr û hevbirr in.

      Hêjayî gotinê ye ku ev berhema di destê xwendevanên Kurd de ji kesên wekî çavkanî yên mîna Nûredîn Kalikî, Kara Omer, Silo Dêrî, Metîn Şekir û Menîfa Çaliyê, ji aliyê nivîskar Mahsûm Nisêbînî ve hatine berhevkirin û bi temayên xwe yên nas ve, ku guhertoyên van çîrokên navhatî li welatê me, li gelek deveran, bi devokên ciyawaz belav bûne, ji bo ku her kesekî Kurdîaxêv bi riya bîra hevbeş di wan bigihîje, her dîsa ji aliyê nivîskar Mahsûm Nisêbînî ve, ji nû ve, bi Kurdiya yekgirtî û bi rêk û pêk hatine nivîsandin.

      Weşanxaneya Lîs hêvî dike ku her Kurdîaxêv û Kurdîxwênek vê dewlemendiya Kurdan a çîrokine gelêrî ya hevbeş a 'veguherandî' û 'venivîsandî' baş 'bixwîne' û di çarçoveya zindîhiştina zimanê zikmakî de vê dewlemediyê bike parçeyekî jiyana xwe.

      Sêva Bi Tîr, wekî 'çîrok'ên nûjen, rê dide ku xwendevanê Kurd deryaya xeyalê û zerengiya zimanê Kurdî, pêk ve, di riya şeş çîrokên çavkaniyên ji hev cihê gotî re bibîn.

      Stok Kodu
      :
      9786054497362
      Boyut
      :
      96
      Sayfa Sayısı
      :
      96
      Basım Yeri
      :
      Ankara
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      Mart, 2012
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
      Dili
      :
      Kurdî / Kürtçe
  • Taksit Seçenekleri
    • Diğer Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      24,07   
      72,22   
      6
      12,71   
      76,25   
      9
      8,92   
      80,29   
      12
      7,03   
      84,32   
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat