Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%40
yayincilarkooperatifi.com

Pızdank

Liste Fiyatı : 132,00TL
İndirimli Fiyat : 79,20TL
Kazancınız : 52,80TL
Taksitli fiyat : 12 x 8,43TL
9786058140851
843185
Pızdank
Pızdank
79.20

Berhema sêbeşî ya ji Dij-gotin, Çîrokên dilêş/vegotinê û Şanoya êş/gotinê ve pêkhatî, bi feraseteke pro—femînîstî ya xwe dispêre Jîneolojîyê di serî de Eyşe Şan, Meryemxan û Leyla Qasima bi jîyînên xwe yên xwedî bûnewerîya qewîn giyanê jinên Kurd vedibêje. Çîrokên jinên Kurdan ên ji sedsala bîstemîn û sedsala bîstûyekemîn ve digel helwestên xwe yên xweser ji hemû jinên cîhanê re bûne direwşên mînak, lê ji ber bêdewletbûnê ve cihê xwe di nava ferhenga jinê ya cîhanê de negirtine.

Yaqob Tilermenî bi dijgotineke dekonstruktîvîstî, avahîsazîya çîrokên xwe bi xerakirinekê ji nû ve ava dike, li ser bîr û boçûnên ramaneke xweser datîne. Tilermenî, rastîya di çîrokên xwe de bi Kirdeya ku ti carî mafê wê yê bijartinê tuneye û digel tunebûna xwe kartêkirinên wê li her derê jîyan û civakê dide der, bi gotineke Lacanî -bi navê serziman tiştek tuneye- diguncîne û raber dike. Bi vî hawî destnîşan dike ku tiştek bi navê civakê jî tuneye.

"Gulzozanê salên bîst û pêncan li dû xwe hiştibû û pêngav avêtibû ber bi navserebûnê ve. Belê, jinên Kurd ên fetloneka salên bîstan li xwe dibuhurandin êdî weke jinên navsere tevdigerîyan. Nexwe di temenê dozde û sêzdehan de keçên naşîn diketin paxila mêran û hîna sal li xwe nedizîvirandin, pêçek li ber hembêza xwe didîtin. Gulzozanê jî keçika sêyemîn anîbû jîyanê û li ser daxwaza derdorê ji bo ku lawekî diyarî mêr û civakê bike, navber nedabû anîna zarokan… Di pizdankeke du mehî de, pizekî xwe bi betnê malzarokê girtibû û ji bo ku li wê derê mayînde bimîne, li ber xwe dida. Ji ber hindê Gulzozan ji pizdanka malzarokê bêhay bi lezgînî dimeşîya heta ku likumî û li ser xiraman ramedîya…"

  • Açıklama
    • Berhema sêbeşî ya ji Dij-gotin, Çîrokên dilêş/vegotinê û Şanoya êş/gotinê ve pêkhatî, bi feraseteke pro—femînîstî ya xwe dispêre Jîneolojîyê di serî de Eyşe Şan, Meryemxan û Leyla Qasima bi jîyînên xwe yên xwedî bûnewerîya qewîn giyanê jinên Kurd vedibêje. Çîrokên jinên Kurdan ên ji sedsala bîstemîn û sedsala bîstûyekemîn ve digel helwestên xwe yên xweser ji hemû jinên cîhanê re bûne direwşên mînak, lê ji ber bêdewletbûnê ve cihê xwe di nava ferhenga jinê ya cîhanê de negirtine.

      Yaqob Tilermenî bi dijgotineke dekonstruktîvîstî, avahîsazîya çîrokên xwe bi xerakirinekê ji nû ve ava dike, li ser bîr û boçûnên ramaneke xweser datîne. Tilermenî, rastîya di çîrokên xwe de bi Kirdeya ku ti carî mafê wê yê bijartinê tuneye û digel tunebûna xwe kartêkirinên wê li her derê jîyan û civakê dide der, bi gotineke Lacanî -bi navê serziman tiştek tuneye- diguncîne û raber dike. Bi vî hawî destnîşan dike ku tiştek bi navê civakê jî tuneye.

      "Gulzozanê salên bîst û pêncan li dû xwe hiştibû û pêngav avêtibû ber bi navserebûnê ve. Belê, jinên Kurd ên fetloneka salên bîstan li xwe dibuhurandin êdî weke jinên navsere tevdigerîyan. Nexwe di temenê dozde û sêzdehan de keçên naşîn diketin paxila mêran û hîna sal li xwe nedizîvirandin, pêçek li ber hembêza xwe didîtin. Gulzozanê jî keçika sêyemîn anîbû jîyanê û li ser daxwaza derdorê ji bo ku lawekî diyarî mêr û civakê bike, navber nedabû anîna zarokan… Di pizdankeke du mehî de, pizekî xwe bi betnê malzarokê girtibû û ji bo ku li wê derê mayînde bimîne, li ber xwe dida. Ji ber hindê Gulzozan ji pizdanka malzarokê bêhay bi lezgînî dimeşîya heta ku likumî û li ser xiraman ramedîya…"

      Stok Kodu
      :
      9786058140851
      Boyut
      :
      149
      Sayfa Sayısı
      :
      149
      Basım Yeri
      :
      Ankara
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      Haziran, 2018
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
      Dili
      :
      Kurdî / Kürtçe
  • Taksit Seçenekleri
    • Diğer Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      28,89   
      86,66   
      6
      15,25   
      91,50   
      9
      10,71   
      96,35   
      12
      8,43   
      101,18   
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat