Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%30
yayincilarkooperatifi.com

Pêşbazîya Çîrokên Neqedıyayî

Liste Fiyatı : 168,00TL
İndirimli Fiyat : 117,60TL
Kazancınız : 50,40TL
Taksitli fiyat : 12 x 12,52TL
9786055683122
842986
Pêşbazîya Çîrokên Neqedıyayî
Pêşbazîya Çîrokên Neqedıyayî
117.60

Di peydabûn û xwenûkirina romana Kurdî de, çi qas diçe, deqên ezmûngerayî jî beşdarî vê qonaxê dibin. Zimanê ku ji col û zincîr û qeydên xwe difilite, bi riya van romanên nû yên zimanê Kurdî deqxwendinên nû tîne datîne ber xwendevanên ku beşek jê bi rewşa kedîtiyê dilniya ye, beşek jê jî, ne bi dilekî, lê bi heft dilan, li hêviya wan nivîskaran e, yên ku zar û zimên li zimên bigerînin. Û bê guman, ji vê hêla duyem ve, di romana Kurdî de, romannûs û hunermend Şener Özmen yek ji wan pêşîkêşan e.

Romana Şener Özmen a duyemîn, Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, (romana wî ya pêşîn, Rojnivîska Spinoza, Lîs, Îlon 2008) romaneke wisa ye, ku hêmanên ezmûngerayîtiyê dihebîne, tixûbşikêniya zimên a di nasnavê de ji xwe re dike serêşî, bi riya şêweyê peywendiyên lehengên xwe nîşanî me dide, ku nasnava Kurd – bivê nevê – ne aydî wan navendên nasnavî ne, ku dor lê girtine, lê tevî dirûvê xwe yê têkşikestinê, bi xwe navendeke nasnavî ye. Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî vê yekê di heman demê de bi ser dixe, ku ziman û ezmûngerayîtî di demajoya nivîsandinê de li berûberê hev bi rê ve diçin.

Romana Şener Özmen a vê carê bi tevgerbariya zimanê xwe ve derdikeve pêş, lehengekî bi navê Sertac Karan tîne mexderê. Tu guman tê de nîne, ku Şener Özmen romannûsê Kurd ê îro û sibehê ye.

  • Açıklama
    • Di peydabûn û xwenûkirina romana Kurdî de, çi qas diçe, deqên ezmûngerayî jî beşdarî vê qonaxê dibin. Zimanê ku ji col û zincîr û qeydên xwe difilite, bi riya van romanên nû yên zimanê Kurdî deqxwendinên nû tîne datîne ber xwendevanên ku beşek jê bi rewşa kedîtiyê dilniya ye, beşek jê jî, ne bi dilekî, lê bi heft dilan, li hêviya wan nivîskaran e, yên ku zar û zimên li zimên bigerînin. Û bê guman, ji vê hêla duyem ve, di romana Kurdî de, romannûs û hunermend Şener Özmen yek ji wan pêşîkêşan e.

      Romana Şener Özmen a duyemîn, Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, (romana wî ya pêşîn, Rojnivîska Spinoza, Lîs, Îlon 2008) romaneke wisa ye, ku hêmanên ezmûngerayîtiyê dihebîne, tixûbşikêniya zimên a di nasnavê de ji xwe re dike serêşî, bi riya şêweyê peywendiyên lehengên xwe nîşanî me dide, ku nasnava Kurd – bivê nevê – ne aydî wan navendên nasnavî ne, ku dor lê girtine, lê tevî dirûvê xwe yê têkşikestinê, bi xwe navendeke nasnavî ye. Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî vê yekê di heman demê de bi ser dixe, ku ziman û ezmûngerayîtî di demajoya nivîsandinê de li berûberê hev bi rê ve diçin.

      Romana Şener Özmen a vê carê bi tevgerbariya zimanê xwe ve derdikeve pêş, lehengekî bi navê Sertac Karan tîne mexderê. Tu guman tê de nîne, ku Şener Özmen romannûsê Kurd ê îro û sibehê ye.

      Stok Kodu
      :
      9786055683122
      Boyut
      :
      208
      Sayfa Sayısı
      :
      208
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      Şubat, 2010
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
      Dili
      :
      Kurdî / Kürtçe
  • Taksit Seçenekleri
    • Diğer Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      42,89   
      128,68   
      6
      22,64   
      135,86   
      9
      15,90   
      143,06   
      12
      12,52   
      150,23   
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat