Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%40
yayincilarkooperatifi.com

Nûçe Û Nûçevanî 3Ç 3K

Liste Fiyatı : 132,00TL
İndirimli Fiyat : 79,20TL
Kazancınız : 52,80TL
Taksitli fiyat : 12 x 8,43TL
9786055683214
843159
Nûçe Û Nûçevanî 3Ç 3K
Nûçe Û Nûçevanî 3Ç 3K
79.20

Pirtûka Dekak, ku li ser rojnamevaniyê hatiye nivîsandin bi pirsa "Nûçe çi ye?" dest pê dike. Her wiha di pirtûkê de ji pirsên "Nûçe çawa tê nivîsandin?", "Hêmanên nûçeyê çi ne?", "Hevpeyvîn çawa tê tê kirin?", "Lêkerên nûçeyê çi ne?", "Kîjan lêker li ku têne bikaranîn?", "Cudatiya nûçevaniya di navbera ajans û rojnameyê de çi ne", "Kîjan nûçe ji kîjan çavkaniyan tê girtin?" bersiv têne dîtin. Di pirtûkê de bi mînakên dewlemend teknîka nivîsandina nûçeyan tê nîşandan û li ser wergera tirkî ji bo kurdî jî xalên girîng têne destnîşankirin. Di pirtûkê de hêmanên bingehîn ên rojnamevaniyê ku di tirkî de weke 5N1K tê zanîn jî bi kurdî weke 3Ç+3K (Çi, Çima, Çawa, Kî, Kengê, (li) Ku derê) hatiye formulekirin. Rojnamevan Maşallah Dekak, pirtûka xwe diyarî Mîqdad Mîdhed Bedirxan ku di 1989'an de li Qahîreyê yekem car rojnameya kurdî "Kurdistan" derxistibû dike. Pirtûk ji bo kesên ku nû dest bi rojnamevaniya kurdî dikin û di vî warî de tengezariyê dikêşin çavkaniyeke girîng e.

Dekak ku niha di ajansa AKnews'ê de li Amedê rojnamevanî dike, di pêşgotina pirtûkê de wiha bersiv dide pirsa "Çima pirtûkeke wisa?":

"Di roja me ya îroyîn de înternet ketiye her malê û kurd jî bi malperên kurdî yên nûçeyan dixwazin dengê xwe bigihînin cîhanê û dengê cîhanê jî bigihînin kurdan. Lê di rojnamevaniya kurdî de derbarê nivîsandina nûçeyê de hê jî standartbûnek pêk nehatiye. Ji ber ku li zanîngehên Tirkiyeyê li ser rojnamevaniya kurdî beş nîn in, kurd bi hewldan û qebîliyetên xwe yên takekesî rojnemavaniyê hîn dibin. Ev yek jî heta dereceyek diçe û piştre dixitime. Ji ber vê yekê di rojnamevaniya kurdî de profesyonelî bi pêş nakeve. Ez hêvî dikim ku ev pirtûk hindik be jî nûçe û nûçevaniya kurdî nêzî standardiyek bike."

  • Açıklama
    • Pirtûka Dekak, ku li ser rojnamevaniyê hatiye nivîsandin bi pirsa "Nûçe çi ye?" dest pê dike. Her wiha di pirtûkê de ji pirsên "Nûçe çawa tê nivîsandin?", "Hêmanên nûçeyê çi ne?", "Hevpeyvîn çawa tê tê kirin?", "Lêkerên nûçeyê çi ne?", "Kîjan lêker li ku têne bikaranîn?", "Cudatiya nûçevaniya di navbera ajans û rojnameyê de çi ne", "Kîjan nûçe ji kîjan çavkaniyan tê girtin?" bersiv têne dîtin. Di pirtûkê de bi mînakên dewlemend teknîka nivîsandina nûçeyan tê nîşandan û li ser wergera tirkî ji bo kurdî jî xalên girîng têne destnîşankirin. Di pirtûkê de hêmanên bingehîn ên rojnamevaniyê ku di tirkî de weke 5N1K tê zanîn jî bi kurdî weke 3Ç+3K (Çi, Çima, Çawa, Kî, Kengê, (li) Ku derê) hatiye formulekirin. Rojnamevan Maşallah Dekak, pirtûka xwe diyarî Mîqdad Mîdhed Bedirxan ku di 1989'an de li Qahîreyê yekem car rojnameya kurdî "Kurdistan" derxistibû dike. Pirtûk ji bo kesên ku nû dest bi rojnamevaniya kurdî dikin û di vî warî de tengezariyê dikêşin çavkaniyeke girîng e.

      Dekak ku niha di ajansa AKnews'ê de li Amedê rojnamevanî dike, di pêşgotina pirtûkê de wiha bersiv dide pirsa "Çima pirtûkeke wisa?":

      "Di roja me ya îroyîn de înternet ketiye her malê û kurd jî bi malperên kurdî yên nûçeyan dixwazin dengê xwe bigihînin cîhanê û dengê cîhanê jî bigihînin kurdan. Lê di rojnamevaniya kurdî de derbarê nivîsandina nûçeyê de hê jî standartbûnek pêk nehatiye. Ji ber ku li zanîngehên Tirkiyeyê li ser rojnamevaniya kurdî beş nîn in, kurd bi hewldan û qebîliyetên xwe yên takekesî rojnemavaniyê hîn dibin. Ev yek jî heta dereceyek diçe û piştre dixitime. Ji ber vê yekê di rojnamevaniya kurdî de profesyonelî bi pêş nakeve. Ez hêvî dikim ku ev pirtûk hindik be jî nûçe û nûçevaniya kurdî nêzî standardiyek bike."

      Stok Kodu
      :
      9786055683214
      Boyut
      :
      160
      Sayfa Sayısı
      :
      160
      Basım Yeri
      :
      Ankara
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      Mayıs, 2010
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
      Dili
      :
      Kurdî / Kürtçe
  • Taksit Seçenekleri
    • Diğer Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      28,89   
      86,66   
      6
      15,25   
      91,50   
      9
      10,71   
      96,35   
      12
      8,43   
      101,18   
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat