Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%30
yayincilarkooperatifi.com

Matmayînên Ronyayê

Liste Fiyatı : 75,00TL
İndirimli Fiyat : 52,50TL
Kazancınız : 22,50TL
Taksitli fiyat : 12 x 5,59TL
9786054497195
843137
Matmayînên Ronyayê
Matmayînên Ronyayê
52.50

Sêyemîn pirtûka helbestan a helbestkar, wergêr û weşanger Lal Laleş, Matmayînên Ronyayê, di nava weşanên Weşanxaneya Lîsê de derket!

Weşanxaneya Lîs a ku navenda wê li Amedê ye, bi hûrbînî û dûrebînî bi xebatên xwe yên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî yên xwedî ast î curecur berdewam e. Weşanxaneya Lîs a ku çi werger çi jî telîf wekî roman, helbest, çîrok, lêkolîn û kurdzanî, li jêr rêzên pirtûkan ên ciyawaz, heta niha ji 150'yî zêdetir pirtûkên bi Kurdî çap û belav kirine, bi heman perspektîfa weşangeriyê, ji welêt ber bi cîhanê deriyên wêjeyî vedike, ji cîhanê jî gelek berhemên nemir diyarî xwendevanên zimanê Kurdî dike.

Lal Laleşê (1975, Qoser, Mêrdîn) helbestkar, wergêr û weşanger ê yek ji girîngtirîn endamên Nifşê Rewşenê, yê xwediyê pirtûkên helbestan ên bi navê Berbejna Rê (Weşanên Belkî, Amed, 2003) û Deqên Qesas (Weşanên Lîs, Amed, 2009), ku çapên wan ên ewil qediyane, piştî du salan, bi helbestên xwe yên terr û teze yên li jêr navê Matmayînên Ronyayê derkete pêşberî xwendevanên xwe.

Ciyê baweriyê ku Lal Laleş bi qasî ku bi helbestkariya xwe ve di nûkirina zaravayê Kurmancî yê Kurdiya me de heta niha bûye xwedî roleke ku çênabe bê mandelkirin, ew her wiha wergêrekî jêhatî ye, yê ku heta niha berhemin ji Tirkî, ji navên wekî Küçük İskender, Ahmet Telli, A. Hicri İzgören (li gel Yaqob Tilermenî), Sema Kaygusuz, Murathan Mungan (li gel Îrfan Amîda), Mehmet Çetin (li gel Kawa Nemir), Cuma Boynukara (li gel Rêzan Tovjîn û Fehîm Işik) û Yavuz Ekinci wergerandine Kurdî.

Matmayînên Ronyayê ya Lal Laleş, dîwana ku bi hêz û şiyana dawerivandina Kurdî ve xwe li kûrahiyên zimên radikişîne, movik bi movik, kurt û bi Kurmancî bi pêş de tê, ji 20 helbestên kurt ên ku bi lalîya xwe dipeyivin pêk tê. Ev helbest di nava qewareya xwe ya teng de naverokên berfireh radiçînin, pevgirêdanên helbestî yên xef î qewîn li tevnê dixin û xwendevanê jîr û jêhatî di nava mîtosên çi gerdûnî çi jî kurdewarî re dibe pabendê qanûnên deqên helbestî, yên ku di sercema xwe de dibêjin:

"Ronya! Qendîlê pêxe,

Bila fîlozofên mûsima salê tev termên newalê

Bên ser sifreya Kurdistanê."

  • Açıklama
    • Sêyemîn pirtûka helbestan a helbestkar, wergêr û weşanger Lal Laleş, Matmayînên Ronyayê, di nava weşanên Weşanxaneya Lîsê de derket!

      Stok Kodu
      :
      9786054497195
      Boyut
      :
      64
      Sayfa Sayısı
      :
      64
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Baskı
      :
      2
      Basım Tarihi
      :
      Mart, 2016
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
      Dili
      :
      Kurdî / Kürtçe
  • Taksit Seçenekleri
    • Diğer Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      19,15   
      57,45   
      6
      10,11   
      60,65   
      9
      7,10   
      63,87   
      12
      5,59   
      67,07   
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat