Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%40
yayincilarkooperatifi.com

Kurdên Azırbêcanê

Liste Fiyatı : 120,00TL
İndirimli Fiyat : 72,00TL
Kazancınız : 48,00TL
Taksitli fiyat : 12 x 7,67TL
9786058140820
843226
Kurdên Azırbêcanê
Kurdên Azırbêcanê
72.00

Pirtûkeke balkêş û belgeyeke dîrokî. Ev pirtûk ji nûsafa lijneya lêkolînê ya ku di sala 1931'an de hatiye peywirdarkirin, pêk tê. A. Bukşpan bi xwe serokê vê komîsyonê bûye. Nûsaf piştî ku hatiye temamkirin di sala 1932'yan de wek pirtûk hatiye çapkirin. Nivîskarê pirtûkê di pêşgotina xwe de der heqê pêvajoya xebata lijneyê de agahî daye. Yek ji endamên lijneyê jî Îsahak Morogûlov e ku kesên têkildarî xebatên zimanê kurdî wî û keda wî baş nas dikin.

Profesor Şekroyê Xudo jî ji bo vê pirtûkê pêşgotinek nivîsîye. Di vê pêşgotinê de jî tiştên ku di pirtûkê de nehatine gotin û pêvajoya piştî çapkirina pirtûkê hatine vegotin ku ev jî pirtûkê ji alîyekî din ve temam dike û dike ku xwîner pirtûkê û xebata ku jê re bûye bingeh baştir têbigihîje

Der heqê Kurdên Kafkasyayê de gelek lêkolîn hatine kirin, tên kirin û gelek agahî jî hîna nû dertên holê. Bêguman rewşa kurdên Kafkasyayê li her welatî (komarên berê) cuda ye. Der heqê hinekan de gelek agahî hene û der heqê hinekan de jî zêdetir gotegot. Ev berhem ne li gor gotegotan lê rasterast li ser bingeha çavdêrî û xebateke qadê ya şênber hatiye amadekirin. Ev yek jî girîngîya berhemê zêde dike.

Di pirtûkê de rewşa Kurdên Azirbêcanê ji gelek alîyan ve hatiye nirxandin û agahî hatine dayîn. Kurdên Azirbêcanê kî ne, ji ku hatine, li ku dimînin, bi çi karî re mijûl dibin, têkilîyên wan ên bi derdora wan re û gelek agahîyên din hûn ê di vê pirtûkê de bibînin. Em bawer in dê bi xwendina vê pirtûkê wêneyekî nû yê Kurdên azirbêcanê û Kurdên Kafkasyayê di hişê we de pêk bê.

Alîyekî vê pirtûkê yê balkêş jî ew e ku tenê qala kurdan nake, di heman demê de der barê nêrîn û polîtîkayên Sovyetê yên giştî û yên komaran de jî agahîyan dide. Mirov bi hêsanî dikare nêrîn û nêzîkahîyên wan ên li bûyerên serdemê jî fam bike. Pirtûk bi rûpelên xwe hindik e lê kêmasîyeke girîng ji holê radike û valahîyekê dadigire.

  • Açıklama
    • Pirtûkeke balkêş û belgeyeke dîrokî. Ev pirtûk ji nûsafa lijneya lêkolînê ya ku di sala 1931'an de hatiye peywirdarkirin, pêk tê. A. Bukşpan bi xwe serokê vê komîsyonê bûye. Nûsaf piştî ku hatiye temamkirin di sala 1932'yan de wek pirtûk hatiye çapkirin. Nivîskarê pirtûkê di pêşgotina xwe de der heqê pêvajoya xebata lijneyê de agahî daye. Yek ji endamên lijneyê jî Îsahak Morogûlov e ku kesên têkildarî xebatên zimanê kurdî wî û keda wî baş nas dikin.

      Profesor Şekroyê Xudo jî ji bo vê pirtûkê pêşgotinek nivîsîye. Di vê pêşgotinê de jî tiştên ku di pirtûkê de nehatine gotin û pêvajoya piştî çapkirina pirtûkê hatine vegotin ku ev jî pirtûkê ji alîyekî din ve temam dike û dike ku xwîner pirtûkê û xebata ku jê re bûye bingeh baştir têbigihîje

      Der heqê Kurdên Kafkasyayê de gelek lêkolîn hatine kirin, tên kirin û gelek agahî jî hîna nû dertên holê. Bêguman rewşa kurdên Kafkasyayê li her welatî (komarên berê) cuda ye. Der heqê hinekan de gelek agahî hene û der heqê hinekan de jî zêdetir gotegot. Ev berhem ne li gor gotegotan lê rasterast li ser bingeha çavdêrî û xebateke qadê ya şênber hatiye amadekirin. Ev yek jî girîngîya berhemê zêde dike.

      Di pirtûkê de rewşa Kurdên Azirbêcanê ji gelek alîyan ve hatiye nirxandin û agahî hatine dayîn. Kurdên Azirbêcanê kî ne, ji ku hatine, li ku dimînin, bi çi karî re mijûl dibin, têkilîyên wan ên bi derdora wan re û gelek agahîyên din hûn ê di vê pirtûkê de bibînin. Em bawer in dê bi xwendina vê pirtûkê wêneyekî nû yê Kurdên azirbêcanê û Kurdên Kafkasyayê di hişê we de pêk bê.

      Alîyekî vê pirtûkê yê balkêş jî ew e ku tenê qala kurdan nake, di heman demê de der barê nêrîn û polîtîkayên Sovyetê yên giştî û yên komaran de jî agahîyan dide. Mirov bi hêsanî dikare nêrîn û nêzîkahîyên wan ên li bûyerên serdemê jî fam bike. Pirtûk bi rûpelên xwe hindik e lê kêmasîyeke girîng ji holê radike û valahîyekê dadigire.

      Stok Kodu
      :
      9786058140820
      Boyut
      :
      120
      Sayfa Sayısı
      :
      120
      Basım Yeri
      :
      Ankara
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      Haziran, 2018
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
      Dili
      :
      Kurdî / Kürtçe
  • Taksit Seçenekleri
    • Diğer Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      26,26   
      78,78   
      6
      13,86   
      83,18   
      9
      9,73   
      87,59   
      12
      7,67   
      91,98   
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat