Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%40
yayincilarkooperatifi.com

Kevırên Bendewariyê

Liste Fiyatı : 98,00TL
İndirimli Fiyat : 58,80TL
Kazancınız : 39,20TL
Taksitli fiyat : 12 x 6,26TL
9786059014496
843140
Kevırên Bendewariyê
Kevırên Bendewariyê
58.80

"Bager telpê davê' esmên –

Bagerînk tev rakirî –

Ha dehbekî dike zûkîn,

Ha nolanî zar digirî,

Ha li qesela li ser ban dixe,

Dike dewî û dengî,

Ha li pencereya tam dixe

Mîna rêwîyê derengî."

Alêksandir Pûşkîn

Kevirên Bendewarîyê, pêncemîn pirtûka helbestan a Kawa Nemirê helbestkarê pirtûkên helbestan ên bi navê Selpakfiroş (Rewşen-Name, Stenbol, 2003; Lîs, Amed, 2014), Bîşenga Deşta Dûr (Lîs, Amed, 2006), Salname (Lîs, Amed, 2009) û Bêdengî û Tiştên Din (Lîs, Amed, 2012) û nivîskarê pirtûka kurteçîrokan a bi navê Çavdêriyên Barbarekî (Lîs, Amed, 2009) û di Kurdî de wergêrê berhemên William Butler Yeats, James Joyce, Walt Whitman, T. S. Eliot, Ezra Pound, T. E. Hulme, William Shakespeare, Emily Dickinson, Sylvia Plath, William Blake, Tennessee Williams, Yavuz Ekinci, Herman Melville, Oscar Wilde, Stephen Crane, John Berger û gelekên din, 69 helbestan bi xwe ve digire.

Wekî helbestkar, çîroknûs, wergêr û edîtorekî zimanê Kurdî, Kawa Nemir ev bîst û pênc sal e, ji destpêka qonaxa Nifşê Rewşenê yê Bakur û vir ve ye, bi tenê ji zimanê Îngilîzî; ji wêjeyên Îngilîzî, Îrlandî, Emerîkan, Keneda, Awistralyayê û Tirkî, devîdevî 7000 helbest, bi dehan kurteçîrokên çîroknûsên navdar ên van wêjeyan, çendîn şanoname û çendek roman wergerandine Kurdî.

Tevayîya helbesta ku Kawa Nemir heta niha nivîsîye ji du şax, çiqr û geverên serekî dizê: Ya yekem ji kelepora li keşkola dêrîn a Kurdî civîyayî, ji deng û şêweyên rabirdûyê yên her-dem-nû dikişe ber bi îro ve. Ya duyem ji nava şax, çiqr û geverên parzemînên helbesta cîhanê de dertê, ku ev yek jî xwe dispêre wergêrîya wî ya ku ev serê çaryeka sedsalekê ye her berdewam e. Di vê çarçoveyê de, helbesta ku Kawa Nemir heta niha nivîsîye û dinivîse, ji alîyê bihûrgilîbûna xwe, pevgirêdanên xwe yên xurt ên li gel rabirdûyê, îroyê û sercema kelepora Kurdî, nûjenîya xwe û dijwarîya zimanê xwe ve her tê gotûbêjkirin, lê bi şikra îro, van gotûbêjan rê li ber sînerjîyeke hêjayî behsê xweş kirine.

Kevirên Bendewarîyê, pêncemîn berhema wî ya poetîk jî bi nimûneyên navhatî ve tijî ye. Di vê berhema wî ya nû de pirranîya 69 helbestan yên kurt in, ku wek dûmahîka berhema wî ya çarem, Bêdengî û Tiştên Din, dane ser rêya helbestkarên gewrê yên gerdûnî yên wek T. S. Eliot û Yannis Ritsos. Lê di dawîya vê dîwana nû de surprîzek heye. Ew jî ew e ku Kawa Nemir deh helbest li ber best û îlhama Fêrîkê Ûsivê gewre nivîsîne.

Weşanxaneya Lîs a ku bi weşandina hemû berhemên Kawa Nemir berdewam e, bi weşandina Kevirên Bendewarîyê ya Kawa Nemir ve hindek qûçên teze di helbesta Kurdî ya hevçerx de bilind dike, ya ku dibêje:

"Ji ser pişta xwe ya zêrê sar de li Demê hiltêm.

Li nava gîhayê ku xwe mêrg dihesibîne, lê kewş e,

Xewş e bûnewera xwe li laşê min disepîne, tewş e.

Navan li gunehên min dikin, tarîya xwe dihêlim."

  • Açıklama
    • "Bager telpê davê' esmên –

      Stok Kodu
      :
      9786059014496
      Boyut
      :
      92
      Sayfa Sayısı
      :
      92
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      Nisan, 2014
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
      Dili
      :
      Kurdî / Kürtçe
  • Taksit Seçenekleri
    • Diğer Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      21,45   
      64,34   
      6
      11,32   
      67,93   
      9
      7,95   
      71,53   
      12
      6,26   
      75,12   
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat