Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%30
yayincilarkooperatifi.com

Dîwana Mehwî

Liste Fiyatı : 276,00TL
İndirimli Fiyat : 193,20TL
Kazancınız : 82,80TL
Taksitli fiyat : 12 x 20,57TL
9786059295703
843121
Dîwana Mehwî
Dîwana Mehwî
193.20

Dema ku em bala didin Dîwana Mehwî, em rastî 201 helbestên Kurdî, 105 helbestên Farisî û helbesteke Erebî tên. Bê guman ev hejmar ji bo dîwaneke klasîk hejmareke gelekî mezin e. Lewre dîwana Mehwî dîwaneke mureteb e. Ji helbestên Kurdî; 132 xezel, 48 çarîn, 16 takebeyt û 5 jî qesîde ne. Helbesta 'Erebî li ser helbesteke Zehawî texmîsek e. Ên Farisî; 75 xezel, 2 texmîs, 20 qit'e û 7 jî takebeyt in. Helbestên Mehwî yên Kurdî piranî dînî ne. Ji ber ku Mehwî kesayeteke tesewifî bûye, piranîya helbestên wî li ser vê babetê ne. Wekî piranîya şa'irên klasîk tenê kêşa 'arûzê bi kar anîye. Heşt behrên 'arûza 'Erebî (hezec, remel, xefîf, muctes, muteqarib, muzari', besît, recez) bi kar anîye. Di asta yekê de kêşa hezec gelekî bi kar anîye. Herî hindik jî recez bi kar anîye. Ji alîyê qafîyeyê ve Mehwî her 28 tîpên 'Erebî ji bo qafîyeyê bi kar anîye. Ji bilî 28 tîpên 'Erebî çar tîpên Kurdî jî (ç, j, g, ê) kiriye qafîye. Bi vî awayî Mehwî bi 32 tîpan qafîye çê kiriye û dîwaneke muretteb anîye holê. Mehwî muderisekî mezin bûye. Ji bilî zimanê dayikê bi 'Erebi, Farisî, Tirkî baş zanîbûye. Helbesten wî yên bi 'Erebî û Farisî jî hene. Lê di helbestên Kurdî de jî gelek term û bêje û motîfên 'Erebî, Farisî û Tirkî bi kar anîye. Xuya ye ku bêtir bandora 'Erebî li ser zimanê helbestên wî ên Kurdî heye. Di ferhengoka ku me ji bo dîwana wî amade kir de bandora 'Erebî bi awayekî vekirî eşkere bûye. Mehwî termên tesewif, felsefe, mîtolojî, 'eqîde, tarîx û 'erdnîgarîyê bi awayekî zor û serkeftî bi kar anîye. Mehwî tesewif û rewanbêjî bi hev re bi kar anîye. Ji ber vê yekê têgihiştina helbestên wî ne hêsan e. Li gorî ritma helbestê jî kêşên qurs bi kar anîye, mûsîqaya wan jî ji xwîneran re ne hêsan e. Ji alîyê peyvên ku hunera wan xurt e, Mehwî gelekî serkeftî ye. Hemû hunerên rewanbêjîyê bi kar anîye û çêjeke ruhî/me'newî tevî helbestên xwe kiriye. Wekî rêberekî terîqetê Mehwî, di helbestên xwe de xwestiye ku terîqet bikeve xizmeta şerî'etê. Her wiha sûdeke zor ji bizava sofîgerîyê wergirtiye. Di binê bandora sofîyên mezin de maye. Wekî Ibn 'Erebî, Hellac, Celaleddînê Romî û w.d. Hin mijar û îmajên sereke yên helbestên wî ev in; Şev, 'eşqa îlahî, wucûd, 'edem, 'edalet, heq, çaksazîyên civakî, pesnê zimanê Kurdî, jîyana ruhî, mirin, exlaq û w.d. Dîwana Mehwî bi tîpên Erebî li Başûr gelek caran çap bûye. Lê bi awayekî lêkolînî-latînî yekem car e ku çap dibe. Ferhenga wê a Soranî- Kurmancî dê mifayeke mezin bigihîne xwînerên Kurmanc. Wisa dixuye ku dê ev berhem bibe pirek di navbera Kurmancî û Soranî û di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de.

  • Açıklama
    • Dema ku em bala didin Dîwana Mehwî, em rastî 201 helbestên Kurdî, 105 helbestên Farisî û helbesteke Erebî tên. Bê guman ev hejmar ji bo dîwaneke klasîk hejmareke gelekî mezin e. Lewre dîwana Mehwî dîwaneke mureteb e. Ji helbestên Kurdî; 132 xezel, 48 çarîn, 16 takebeyt û 5 jî qesîde ne. Helbesta 'Erebî li ser helbesteke Zehawî texmîsek e. Ên Farisî; 75 xezel, 2 texmîs, 20 qit'e û 7 jî takebeyt in. Helbestên Mehwî yên Kurdî piranî dînî ne. Ji ber ku Mehwî kesayeteke tesewifî bûye, piranîya helbestên wî li ser vê babetê ne. Wekî piranîya şa'irên klasîk tenê kêşa 'arûzê bi kar anîye. Heşt behrên 'arûza 'Erebî (hezec, remel, xefîf, muctes, muteqarib, muzari', besît, recez) bi kar anîye. Di asta yekê de kêşa hezec gelekî bi kar anîye. Herî hindik jî recez bi kar anîye. Ji alîyê qafîyeyê ve Mehwî her 28 tîpên 'Erebî ji bo qafîyeyê bi kar anîye. Ji bilî 28 tîpên 'Erebî çar tîpên Kurdî jî (ç, j, g, ê) kiriye qafîye. Bi vî awayî Mehwî bi 32 tîpan qafîye çê kiriye û dîwaneke muretteb anîye holê. Mehwî muderisekî mezin bûye. Ji bilî zimanê dayikê bi 'Erebi, Farisî, Tirkî baş zanîbûye. Helbesten wî yên bi 'Erebî û Farisî jî hene. Lê di helbestên Kurdî de jî gelek term û bêje û motîfên 'Erebî, Farisî û Tirkî bi kar anîye. Xuya ye ku bêtir bandora 'Erebî li ser zimanê helbestên wî ên Kurdî heye. Di ferhengoka ku me ji bo dîwana wî amade kir de bandora 'Erebî bi awayekî vekirî eşkere bûye. Mehwî termên tesewif, felsefe, mîtolojî, 'eqîde, tarîx û 'erdnîgarîyê bi awayekî zor û serkeftî bi kar anîye. Mehwî tesewif û rewanbêjî bi hev re bi kar anîye. Ji ber vê yekê têgihiştina helbestên wî ne hêsan e. Li gorî ritma helbestê jî kêşên qurs bi kar anîye, mûsîqaya wan jî ji xwîneran re ne hêsan e. Ji alîyê peyvên ku hunera wan xurt e, Mehwî gelekî serkeftî ye. Hemû hunerên rewanbêjîyê bi kar anîye û çêjeke ruhî/me'newî tevî helbestên xwe kiriye. Wekî rêberekî terîqetê Mehwî, di helbestên xwe de xwestiye ku terîqet bikeve xizmeta şerî'etê. Her wiha sûdeke zor ji bizava sofîgerîyê wergirtiye. Di binê bandora sofîyên mezin de maye. Wekî Ibn 'Erebî, Hellac, Celaleddînê Romî û w.d. Hin mijar û îmajên sereke yên helbestên wî ev in; Şev, 'eşqa îlahî, wucûd, 'edem, 'edalet, heq, çaksazîyên civakî, pesnê zimanê Kurdî, jîyana ruhî, mirin, exlaq û w.d. Dîwana Mehwî bi tîpên Erebî li Başûr gelek caran çap bûye. Lê bi awayekî lêkolînî-latînî yekem car e ku çap dibe. Ferhenga wê a Soranî- Kurmancî dê mifayeke mezin bigihîne xwînerên Kurmanc. Wisa dixuye ku dê ev berhem bibe pirek di navbera Kurmancî û Soranî û di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de.

      Stok Kodu
      :
      9786059295703
      Boyut
      :
      312
      Sayfa Sayısı
      :
      312
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      2018
      Çeviren
      :
      M. Zahır Ertekin &Amp; Hêmın Ûmer Xoşnaw
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
      Dili
      :
      Kurdî / Kürtçe
  • Taksit Seçenekleri
    • Diğer Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      70,47   
      211,40   
      6
      37,20   
      223,20   
      9
      26,11   
      235,03   
      12
      20,57   
      246,81   
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat