Sepetim 0 Toplam: 0,00 TL
%25
yayincilarkooperatifi.com

Auslander Beg

Liste Fiyatı : 275,00TL
İndirimli Fiyat : 206,25TL
Kazancınız : 68,75TL
Taksitli fiyat : 12 x 21,96TL
Satış adedi : 1
9786054497157
843084
Auslander Beg
Auslander Beg
206.25

Cesare Pavese bi awayekî nemir gotibû: "Dê mirin bê û di çavên min re li te binihêre."

Çîroknûs û romannûsê navdar, Helîm Yûsiv jî di berhema xwe ya nû, Ausländer Beg de, ya ku ji 28 kurteçîrokên wî yên nû pêk tê, tu dibêjî qey risteya Pavese dupat dike û diçespîne:

"Her dem dengê ken reş bû.
Her dem rengê girî spî bû.
Di navbera reş û spî de jî, rengê xerîbiyê hebû.
Kirasekî di vî rengî de, xwe li jiyana min pêçabû û ew spartibû dîwarê mirinê.
Ne jiyana min bi dawî dibû, ne jî dest pê dikir.
Wisa rawestiyayî, ji xwe re, li her du çavên xweşik yên mirinê, dinêrî."

Ausländer, ango biyanî, ê ku tevî zehmetiyên nebînayî, bi awayekî ji awayan xwe ji pêsîrtengî û karesatên welatê xwe rizgar kiriye û kariye xwe bigihîne welatekî Ewrûpayê yê mezin û pêşketî. Bi ser de jî ku ev ausländer yekî Kurd ê nivîskar be, li welatê xwe yê mişt bi reşebayiyan temenê xwe yê tijî têkçûn, tirs û xofa zik li ser biryara nivîskarbûnê, nivîskariya bi zimanê qedexe kirî ava kiribe, tûşî trajediya ku hem civaka wî hem jî hêzên dagirker tînin serê mirov bûbe û bazdana ji welêt ji xwe re kiribe deriyê felatê, bi peregendetî xwe gihandibe Elmanyayê, hatibe nava çandeke biyanî, zimanekî biyanî û şêwejiyaneke biyanî û ne mêvanperwer û ne xerîbdost, gelo çi rewşine, hal û hewaline trajîkomîk tên serê wî? Di bewerbungê de, daxwaznameya ku ji bo peydakirina kar tê nivîsandin, çawa çêdibe ku çênabe wekî kar "nivîskar" bê nivîsandin? Di nava keftelefta akincîbûnê û hewildana peydakirina kar de, ji bo ku yê ausländer bikaribe îqameya xwe bistîne, kîjan rê û rêbazên seyr diceribîne?

Nivîskarê bilîmet û jêhatî, Helîm Yûsiv, di pirtûka xwe ya kurteçîrokan a bi navê Ausländer Beg de, ya ku ji 28 kurteçîrokên bi navê wekî Ausländer Beg û Dîwarên Asê; Ausländer Beg, Mêrê Du Jinan; Ausländerê Helbestvan, Ausländerê Ker, Ausländer Beg, Nivîskar e, Ausländer Beg, Welatparêz e, Ausländer Beg, Sen Türk müsün?, Ausländer Beg û Şoreş û Ji Bîranînên Ausländer Beg pêk tê, wêneyê Kurdekî ji ber şer, serêşî û dijwariyan ji welatê xwe reviyayî, bi şêweyekî realîst-trajîkomîk, bi zimanekî gelekî fesîh nîgar dike û reng e bê gotin ku bi vê zincîreya kurteçîrokên li ser destpêka qonaxa pêkhatina dîasporaya Kurd, berhemeke ku dê bi berdewamî bê xwendin diyarî zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî dike.

  • Açıklama
    • Cesare Pavese bi awayekî nemir gotibû: "Dê mirin bê û di çavên min re li te binihêre."

      Stok Kodu
      :
      9786054497157
      Sayfa Sayısı
      :
      176
      Basım Yeri
      :
      Ankara
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      Ekim, 2011
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
      Dili
      :
      Kurdî / Kürtçe
  • Taksit Seçenekleri
    • Diğer Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      75,23   
      225,68   
      6
      39,71   
      238,28   
      9
      27,88   
      250,90   
      12
      21,96   
      263,48   
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat