Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%40
yayincilarkooperatifi.com

Kurd-Destpêka Dîroka Etnîkî

Liste Fiyatı : 108,00TL
İndirimli Fiyat : 64,80TL
Kazancınız : 43,20TL
9786055683146
842883
Kurd-Destpêka Dîroka Etnîkî
Kurd-Destpêka Dîroka Etnîkî
64.80

Etnografyaya Kurd ev serê sedsalekê ye bûye warekî dînamîk, ku gelek zanyarên biyanî û Kurd ên mîna Diakonoffê pisporê dîroka Medyayê, Minorskyê zanayê dîroka Kurdistanê, Bazil Nikitine, M. Emîn Zekî, Qanatê Kurdo, Turayev, Pêkolêvsky, Petrovisky, Partt û Marr gelek xebat kirine. Nivîskarê vê pirtûka bi navê Kurd, Destpêka Dîroka Etnîkî ya Gelê Kurd, O. L. Vilcheviskjyê rojhilatnas, dîroknas û etnografê bi nav û deng ê Sovyeta berê jî yek ji wan akademîsyenan e. Vilcheviskjyê ku bi Kurdî gelekî baş zanibûye, di salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, di dema Komara Kurd a Mahabadê de, li navçeyên kurdnişîn ên Îranê maye, wê hingê her çend hin raporên nehênî yên negatîv li ser tevgerên Kurdan ji Yekîtiya Sovyetan re nivîsîbe jî, beriya wê û piştî wê, wî bi dehan lêkolîn, pirtûk û bendên hêja li ser Kurdan nivîsîne, lewma jî girîng e di warê etnografyaya Kurd de wekî yek ji girîngtirîn kesan bê zanîn û xwendin.

Vilcheviskj di vê xebata xwe ya akademîk de xwe dispêre gelek zanyarên navdar, ji dil û can hewil dide hinek xalên di etnografyaya Kurd de ronî bike, yên wekî jiyana aborî û civakî ya rûniştevanên berê yên welatê Kurdan, jiyana koçeriyê, riyên di hilgêrbûn û dagêrbûna wan a ji zozanan de, rola sewalvaniyê, rola kişt û kalê û dîroka eşîrên cihêreng ên Kurd.

Dîroka etnîkî ya Kurdan warek e, ku pêwîst e xebatên gelekî dûr û kûr li ser bêne kirin. Ev pirtûka ji rêza Pirtûkxaneya Eslîxan Yildirimê ji bo kesên ku bixwazin hê zêdetir li dîroka etnîkî ya gelê Kurd bikolin destpêkeke girîng e.

Berhema hêja, KURD, Destpêka Dîroka Etnîkî Ya Gelê Kurd bi wergereke bêhempa û çak ya Zîya Avcı gîhaşt ber destê xwendevanê kurd.

  • Açıklama
    • Etnografyaya Kurd ev serê sedsalekê ye bûye warekî dînamîk, ku gelek zanyarên biyanî û Kurd ên mîna Diakonoffê pisporê dîroka Medyayê, Minorskyê zanayê dîroka Kurdistanê, Bazil Nikitine, M. Emîn Zekî, Qanatê Kurdo, Turayev, Pêkolêvsky, Petrovisky, Partt û Marr gelek xebat kirine. Nivîskarê vê pirtûka bi navê Kurd, Destpêka Dîroka Etnîkî ya Gelê Kurd, O. L. Vilcheviskjyê rojhilatnas, dîroknas û etnografê bi nav û deng ê Sovyeta berê jî yek ji wan akademîsyenan e. Vilcheviskjyê ku bi Kurdî gelekî baş zanibûye, di salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, di dema Komara Kurd a Mahabadê de, li navçeyên kurdnişîn ên Îranê maye, wê hingê her çend hin raporên nehênî yên negatîv li ser tevgerên Kurdan ji Yekîtiya Sovyetan re nivîsîbe jî, beriya wê û piştî wê, wî bi dehan lêkolîn, pirtûk û bendên hêja li ser Kurdan nivîsîne, lewma jî girîng e di warê etnografyaya Kurd de wekî yek ji girîngtirîn kesan bê zanîn û xwendin.

      Vilcheviskj di vê xebata xwe ya akademîk de xwe dispêre gelek zanyarên navdar, ji dil û can hewil dide hinek xalên di etnografyaya Kurd de ronî bike, yên wekî jiyana aborî û civakî ya rûniştevanên berê yên welatê Kurdan, jiyana koçeriyê, riyên di hilgêrbûn û dagêrbûna wan a ji zozanan de, rola sewalvaniyê, rola kişt û kalê û dîroka eşîrên cihêreng ên Kurd.

      Dîroka etnîkî ya Kurdan warek e, ku pêwîst e xebatên gelekî dûr û kûr li ser bêne kirin. Ev pirtûka ji rêza Pirtûkxaneya Eslîxan Yildirimê ji bo kesên ku bixwazin hê zêdetir li dîroka etnîkî ya gelê Kurd bikolin destpêkeke girîng e.

      Berhema hêja, KURD, Destpêka Dîroka Etnîkî Ya Gelê Kurd bi wergereke bêhempa û çak ya Zîya Avcı gîhaşt ber destê xwendevanê kurd.

      Stok Kodu
      :
      9786055683146
      Boyut
      :
      296
      Sayfa Sayısı
      :
      296
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      Şubat, 2010
      Çeviren
      :
      Zîya Avcı
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
      Dili
      :
      Kurdî / Kürtçe
  • Taksit Seçenekleri
    • Diğer Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      23,63   
      70,90   
      6
      12,48   
      74,86   
      9
      8,76   
      78,83   
      12
      6,90   
      82,78   
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat