Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%30
yayincilarkooperatifi.com

Heftıyeke Dırêj Lı Amedê

Liste Fiyatı : 135,00TL
İndirimli Fiyat : 94,50TL
Kazancınız : 40,50TL
9786059082396
842567
Heftıyeke Dırêj Lı Amedê
Heftıyeke Dırêj Lı Amedê
94.50

Ferzendê pêncî salî nîvê temenê xwe li Parîsê dibihurîne û vedigere bajarê xwe Amûdê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriya di nava agirên Bihara Ereban de. Ew bi balefirê diçe Tirkiyê da ku ji wê derê ber bi başûr û sînorê bi zeviyên mayînan û têlên direyî ve dakeve. Ew ji herkesî re dubare dike ku ew amûdî ye û armanca wî ew e ku şeveke sax li ber sînor bimîne, li lempe û ronahiyên bajarê xwe temaşe bike û di kû re zirav dibe bil adi wir re biqete. Piştî Stembolê, ew diçe Amedê, paytexta Kurdistana Bakur. Ew heftiyekê li bajarê dîrokî dimîne, rastî beşekî mezin ji dîroka kurdên bakur di nav sî salên dawîn de tê û bi taybetî tê digihîje ku çend kes li nava kelehê ji nasnameya wî ya kurdekî binxetî bawer nakin û wî weke mirovekî din dibînin. Piştî ku derdekî mezin ji ser dilê xwe dide alî, ew diçe Mêrdînê, li ber sînor radiweste, lempeyên Amûdê dibîne û dide ser axa nerm a hemû niyaz û metirsiyan. Wê gavê, ew digihîje pengava dawîn a rêwîtiya xwe û pêrgî demên çi şêrîn çi xemgînbar ên zaroktiya xwe ya li Kurdistanê tê.


Berhema di nav destên we de ne bîrname, ango ne jiyana nivîskarê xwe ye. Bûyerên wê di legana xeyalan de hatine vestirandin û pêwendiya wan bi rastiyê ve tune. Tenê Amed rastiya rasteqîn û lehengê serekîn e, Ameda bi beden û bircên kevnare, bi pirsa kurd û Kurdistanê û man û nemanê, bi germa havînan û helîkopterên hergav di asimanan de, bi Pira Dehderî û çemê Dicleyê ku li jêra bexçeyên Hewselê çiveke xwedayî dide xwe. Amûdê jî bi rastî heye û lehengê duyem e. Ew li Rojavayê Kurdistanê bi du tiştan navdar e: xwînşêrîniya şêniyên xwe û birînên dijwar ku neyaran, çi ji kurdan, çi ji biyaniyan, di canê wê de vedane. Eger hin kes xwe di van rûpelan de bibînin, ev yek ê berî her tiştî tesadufî, lêhatinî be û paşê nîşana serkeftina romanê û gerdûniya mijara wê be. Ma kê ji me rojekê ji rojan xwe di kesên weke Odîseos, Don Kîşot, Mem û Zîn, Rustemê Zal, Mîrza Mihemed, Mîrzayê Piçûk an Biyaniyê Albert Camus de nedîtiye? Heftiyeke dirêj li Amedê romana Amed, Amûd û ûmîdê ye.

  • Açıklama
    • Ferzendê pêncî salî nîvê temenê xwe li Parîsê dibihurîne û vedigere bajarê xwe Amûdê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriya di nava agirên Bihara Ereban de. Ew bi balefirê diçe Tirkiyê da ku ji wê derê ber bi başûr û sînorê bi zeviyên mayînan û têlên direyî ve dakeve. Ew ji herkesî re dubare dike ku ew amûdî ye û armanca wî ew e ku şeveke sax li ber sînor bimîne, li lempe û ronahiyên bajarê xwe temaşe bike û di kû re zirav dibe bil adi wir re biqete. Piştî Stembolê, ew diçe Amedê, paytexta Kurdistana Bakur. Ew heftiyekê li bajarê dîrokî dimîne, rastî beşekî mezin ji dîroka kurdên bakur di nav sî salên dawîn de tê û bi taybetî tê digihîje ku çend kes li nava kelehê ji nasnameya wî ya kurdekî binxetî bawer nakin û wî weke mirovekî din dibînin. Piştî ku derdekî mezin ji ser dilê xwe dide alî, ew diçe Mêrdînê, li ber sînor radiweste, lempeyên Amûdê dibîne û dide ser axa nerm a hemû niyaz û metirsiyan. Wê gavê, ew digihîje pengava dawîn a rêwîtiya xwe û pêrgî demên çi şêrîn çi xemgînbar ên zaroktiya xwe ya li Kurdistanê tê.


      Berhema di nav destên we de ne bîrname, ango ne jiyana nivîskarê xwe ye. Bûyerên wê di legana xeyalan de hatine vestirandin û pêwendiya wan bi rastiyê ve tune. Tenê Amed rastiya rasteqîn û lehengê serekîn e, Ameda bi beden û bircên kevnare, bi pirsa kurd û Kurdistanê û man û nemanê, bi germa havînan û helîkopterên hergav di asimanan de, bi Pira Dehderî û çemê Dicleyê ku li jêra bexçeyên Hewselê çiveke xwedayî dide xwe. Amûdê jî bi rastî heye û lehengê duyem e. Ew li Rojavayê Kurdistanê bi du tiştan navdar e: xwînşêrîniya şêniyên xwe û birînên dijwar ku neyaran, çi ji kurdan, çi ji biyaniyan, di canê wê de vedane. Eger hin kes xwe di van rûpelan de bibînin, ev yek ê berî her tiştî tesadufî, lêhatinî be û paşê nîşana serkeftina romanê û gerdûniya mijara wê be. Ma kê ji me rojekê ji rojan xwe di kesên weke Odîseos, Don Kîşot, Mem û Zîn, Rustemê Zal, Mîrza Mihemed, Mîrzayê Piçûk an Biyaniyê Albert Camus de nedîtiye? Heftiyeke dirêj li Amedê romana Amed, Amûd û ûmîdê ye.

      Stok Kodu
      :
      9786059082396
      Boyut
      :
      13 x 19.5 cm
      Sayfa Sayısı
      :
      174
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Basım Tarihi
      :
      2015
      Kapak Türü
      :
      Karton Kapak
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
      Dili
      :
      Kurdî (Kürtçe)
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat