Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%30
yayincilarkooperatifi.com

Kurdıstan Û Prosesa Îslamkırına Kurdan

Liste Fiyatı : 240,00TL
İndirimli Fiyat : 168,00TL
Kazancınız : 72,00TL
Taksitli fiyat : 12 x 17,89TL
9786056211232
843215
Kurdıstan Û Prosesa Îslamkırına Kurdan
Kurdıstan Û Prosesa Îslamkırına Kurdan
168.00

Her civakek, çi qasî rabirdûya xwe û qonaxên guherînan nas bike, ew qasî dikare li ser erdnîgariya xwe, bi dînamîkên xweserî xwe bijî û bi hebûna xwe berdewam be. Gelê Kurd ê ku bi hezaran salan e li Kurdistanê, li ser axeke berfireh jiyaye, timî bi guherînên trawmatîk re rû bi rû maye, lê tevî têkçûnên derbaskî, hatiye di vê sedsalê re derketiye.

Gelê Kurd bi saya serê rewşenbîr, lêkolîner, lêgerîner û wêjevanên xwe, dîroka xwe û wêjeya xwe sal bi sal zelaltir dike. Bi vî awayî, ji bo ku di warê ronîkirina dîroka Kurd û Kurdistanê de qonaxeke din jî zelaltir bibe, lêkolîna balkêş û hêja, Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan, a ku nameya doktorayê ya Şiwan Osman Mistefa ye, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate çapkirin.

Mistefa ev berhem wekî name pêşkêşî Beşa Dîrokê ya Fakûlteya Zanistî ya Zankoya Silêmaniyê kiriye, desteya di binê serokatiya Prof. Dr. Keykawîs Nûrî Qeftan de, her wiha ji ber rastiya ku xebatên bi vî rengî kêm hatine kirin, ev xebat bi dereceyeke bilind nirxandiye û qebûl kiriye.

Ev xebat, ji bilî agahiyên li ser erdnîgariya Kurdistanê ya beriya Îslamiyetê û ew dînên ku wê demê Kurdan perestine, di warê dîrokî de reng e bê gotin ku bi tenê li ser dewra xîlafeta Xelîfe Omer e. Ji ber ku ka Îslamiyet kingê hatiye Kurdistanê û Kurd çawa bûne Misilman, di çarçoveya dîrokî de, pirseke girîng e, xwendevan dê di vê berhemê de bi gelek zanyariyên bi hûrgilî bibîne ku Kurd di serdema vê xîlafetê de hatine dagirkirin. Kurd di warê civakî, dînî û aborî de tûşî guherîneke wisa bûne, ku heta wê demê di dîroka xwe de tûş lê nebûne.

Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan a Şiwan Osman Mistefa, bi zanyariyên têrtijî yên der barê vê qonaxa girîng a dîroka Kurdistanê de xwendevanan ronî dike.

Bi wergera ji zaravayê Soranî bo zaravayê Kurmancî û tîpguhêziya ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî ya Ziya Avci.

  • Açıklama
    • Her civakek, çi qasî rabirdûya xwe û qonaxên guherînan nas bike, ew qasî dikare li ser erdnîgariya xwe, bi dînamîkên xweserî xwe bijî û bi hebûna xwe berdewam be. Gelê Kurd ê ku bi hezaran salan e li Kurdistanê, li ser axeke berfireh jiyaye, timî bi guherînên trawmatîk re rû bi rû maye, lê tevî têkçûnên derbaskî, hatiye di vê sedsalê re derketiye.

      Gelê Kurd bi saya serê rewşenbîr, lêkolîner, lêgerîner û wêjevanên xwe, dîroka xwe û wêjeya xwe sal bi sal zelaltir dike. Bi vî awayî, ji bo ku di warê ronîkirina dîroka Kurd û Kurdistanê de qonaxeke din jî zelaltir bibe, lêkolîna balkêş û hêja, Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan, a ku nameya doktorayê ya Şiwan Osman Mistefa ye, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate çapkirin.

      Mistefa ev berhem wekî name pêşkêşî Beşa Dîrokê ya Fakûlteya Zanistî ya Zankoya Silêmaniyê kiriye, desteya di binê serokatiya Prof. Dr. Keykawîs Nûrî Qeftan de, her wiha ji ber rastiya ku xebatên bi vî rengî kêm hatine kirin, ev xebat bi dereceyeke bilind nirxandiye û qebûl kiriye.

      Ev xebat, ji bilî agahiyên li ser erdnîgariya Kurdistanê ya beriya Îslamiyetê û ew dînên ku wê demê Kurdan perestine, di warê dîrokî de reng e bê gotin ku bi tenê li ser dewra xîlafeta Xelîfe Omer e. Ji ber ku ka Îslamiyet kingê hatiye Kurdistanê û Kurd çawa bûne Misilman, di çarçoveya dîrokî de, pirseke girîng e, xwendevan dê di vê berhemê de bi gelek zanyariyên bi hûrgilî bibîne ku Kurd di serdema vê xîlafetê de hatine dagirkirin. Kurd di warê civakî, dînî û aborî de tûşî guherîneke wisa bûne, ku heta wê demê di dîroka xwe de tûş lê nebûne.

      Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan a Şiwan Osman Mistefa, bi zanyariyên têrtijî yên der barê vê qonaxa girîng a dîroka Kurdistanê de xwendevanan ronî dike.

      Bi wergera ji zaravayê Soranî bo zaravayê Kurmancî û tîpguhêziya ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî ya Ziya Avci.

      Stok Kodu
      :
      9786056211232
      Boyut
      :
      288
      Sayfa Sayısı
      :
      288
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      Mayıs, 2011
      Çeviren
      :
      Zîya Avcı
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
      Dili
      :
      Kurdî / Kürtçe
  • Taksit Seçenekleri
    • Diğer Kartlar
      Taksit Sayısı
      Taksit tutarı
      Genel Toplam
      3
      61,28   
      183,83   
      6
      32,35   
      194,09   
      9
      22,71   
      204,37   
      12
      17,89   
      214,62   
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat