Sepetim (0) Toplam: 0,00TL
%30
yayincilarkooperatifi.com

Sercem Şı'Rên James JoyceCollected Poems Of James Joyce

Liste Fiyatı : 150,00TL
İndirimli Fiyat : 105,00TL
Kazancınız : 45,00TL
9786257253833
851270
Sercem Şı'Rên James Joyce
Sercem Şı'Rên James Joyce Collected Poems Of James Joyce
105.00
James Joyce di hişê cemawerî de bi gewre-berhema xwe Ulyssesê ve bûye yek, li gel
nasyariyeke nisbeten berbelav bi pexşanên wî yên din. Şi'r û şa'iriya wî gelekî kêmtir hatiye
naskirin û her li perawêzê maye. Reng e eve yek ji xedrên mezin be di edeba modêrn de. Lew
re ji bilî hindê ku wî pêşiyê şi'r nivîsîne û her xwe şai'r zaniye, dirêje an berdewamiya têma û
hêmayan û ya cihêrengiya cureyî û şêwazî heye ji şi'ra wî bo nava pexşana wî.
Lê belê cudatiyeke wan a xweşbextane jî heye – Joyceê ku bo nimûne di Ulyssesê de xwe li
pişt bircên vegêraneke objektîv î bi mi'mariyeke şahane asê kiriye, di nav rêzên şi'ra xwe de
mirovekî berdest e bi hez û awat û kerb û keserên xwe ve: Di tak-helbestên Erkê Pîroz (1904)
û Gaz Ji Tifikekê (1914) de bi peyvbaziyeke sersûrker şerekî parodîk dike li gel nizama
rewşenbîrî ya dewra xwe; di Ecce Puerê de li ber jidayikbûna neviyê xwe bendeke irfanî
davêje ser çar nifşên bab û kuran yan jî ser hatî û çûyiyên dinyayê; di sêzdeh şi'rên epîsodî
yên Pomes Penyeachê (1927) de bi kamiliyeke hêj narîntir hijmekariya xwe li ber nexşên
dinya û fezayê dizikirîne; û, axirî di ser hemûyan re jî, di sî û şeş parçeyên mosîqayî yên
Mosîqaya Jûrê (1907) de hestyariyeke şareza ya evîn û jînê bi peyv û awaz dike.
“Sercem Şi'rên James Joyce, berê çendîn salên kar û renca şa'ir û wergêrê emegdar Kawa
Nemir, tevî pêşgotina Michael Patrick Gillespie û bi teqdîmeke berfireh û bi sedan têbîniyên
raveker ên wergêrî, bi çapa duzimanî ya ingilîzî-kurdî, portreyekî hundermend ê wek şa'ir
dikêşe bo xwînerên kurdîziman. Her wiha, wergera nayab a Nemir, bi hişyariya li ser
hûrdekariyên peyvî û wateyî, bi raçavkirina aboriya deqî/tekstuel, û bi pabendiya bi deng û
şêwazên guherbar ên şa'irî, berhemeke layîq e bo gewreyiya navê Joyce û bo zimanê Xanî.”
Ergîn Sertem
  • Açıklama
    • James Joyce di hişê cemawerî de bi gewre-berhema xwe Ulyssesê ve bûye yek, li gel

      Stok Kodu
      :
      9786257253833
      Boyut
      :
      13,5 cm x 19,5 cm
      Sayfa Sayısı
      :
      240 rûpel
      Basım Yeri
      :
      İstanbul
      Baskı
      :
      1
      Basım Tarihi
      :
      Mayıs 2022
      Çeviren
      :
      Kawa Nemir
      Tasarım
      :
      1
      Kapak Türü
      :
      Karton Kapak
      Kağıt Türü
      :
      Kitap Kağıdı
      Dili
      :
      KÜRTÇE
  • Yorumlar
    • Yorum yaz
      Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat